Li şantiyeya Santrala Hêza Nukleer a Akkuyu (NGS) ya li Mêrsînê kartin ketina nava santralê yên bi sedan karkerên Kurd hatiye betalkirin. 

Li dijî karkerên Kurd ên ku li NGS'ê dixebitin ev biryara nijadperestî, 2'yê Sibatê roja 

çarşemê bi betalkirina kartên têketinê yên 26 karkerên Kurd darîçav bû. Kartên karkerên Kurd bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' hatine betalkirin.

Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi karkerekî re peyiviye. Wî karkerî ji ber sedema ewlehiyê navê xwe eşkere nekiriye. Wî karkerî gotiye, bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' ya Wezareta Karê hundir a dewleta Tirk, kartên karkerên Kurd ên li santralê dixebitin, li pey hev hatine betalkirin.

Li gorî agahiyan, piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan 17'ê Îlona 2021’ê çû serdana Mêrsînê, û piştî merasîma vekirina giştî, li dijî karkerên Kurd van kirinên nîjatperestiyê dest pê kiriye.

Karkarê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin got, ''Heta niha kartên 250 karkerên Kurd hatine betalkirin."

Ev nijadperestiya dewleta Tirk di heman demê de weke tirsa wê ji Kurdan jî dikare bê dîtin. 

NAVENDA NÛÇEYAN