Nihêrînek li xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Adar 2023 - 05:26

Hunermend David Popa li derve, li nava xwezayê wêneyên demkî xêz dike. Ew dide pey şopa şêwekarên şikeftan. Bi malzemeyên wî zemanî, wêneyên xwe disêwirîne û xwezayê naherimîne. Ew bi van wêneyên xwe yên ne mayînde, zemanê ku dibuhire, tîne bîra xelkê.

Hin caran tuwal û firçe ji hin hunermendan re nabin derman. Yanî ew tenê bi tuwal û firçeyê nikarin hunerê xwe nîşan bidin. Ji lewma jî li hin riyên din digerin ji xwe re da ku xwe baştir îfade bikin. Dema ew li riyên nû û şivereyên cihê digerin şêwazên nû yên derbirrînê jî peyda dikin û bi van şêwazan tovê hunerekî serbixwe û resen direşînin nav xwezayê. Ew bi afirîneriya xwe bêyî ku zirarê bidin xwezayê tiştên balkêş xêz dikin û resmên mezin çêdikin. Hunermend David Popa jî yek ji wan hunermendan e ku xwe bi riya xwezayê îfade dike û xwezayê weke tuwalekê bi kar tîne.  

David Popa jî hunermendekî Fînlandî ye. Ew tevî bavê xwe demeke dirêj li New Yorkê maye. Lê niha ew vegeriyaye Fînlandiyayê û li wir bi huner dadikeve. Bavê Popa jî hunermend e û bi hunerê grafîtî re mijûl e. Popa jî ji piçûkî ve dest bi karê hunerî dike û bavê wî dibe rêberekî baş ji bo hunerê wî. Xîreta wî ya ji bo huner bi saya bavê wî çêbûye û her çûye di hunerê xwe de li rêbazên nû kolaye. Ji bo wî xweza gelekî girîng e. Ew hunerê xwe li xwezayê îcra dike. Hin caran li ber peravên behrekê, hin caran li serê zinarekî, hin caran li mesîla çemekî û hin caran jî li deştan wêneyên mezin çêdike. Ji bo van wêneyan çêbike bi saetan dixebite û piştî wêne temam dike wêneyên karê xwe ji jor ve digire. Wêne û dîmenên ku digire ezameta karên wî yên mezin û balkêş derdixin holê.

 

Li pey şopa şêwekarên şikeftan

David Popa ji bo li xwezayê resman çêke sprey û tiştên bi vî hawî dûrî xwe digire. Heya ji wî tê ew zirarê nade xwezayê. Tiştên ku ji bo berhemên xwe bi kar tîne jî xwezayî ne, ew pirr bi baldarî hunerê xwe pêk tîne û ji bo ku ew vê rêbaza xwezayî kifş bike li rabuhiriyê vedigere. David Popa dibêje, “Dema min li xwezayê wêneyên bi vî rengî sêwirandin, min ji xwe pirsî û got, gelo şêwekarên ewilî yên di şikeftan de çi bikaranîn ji bo ku xêzên xwe çêkin. Şêwekarên li şikeftan xêz kirin, tebeşîr û komira êzingan bi kar dianîn. Her wiha wan hin pîgmentên ji axê jî bi kar anî.” Davîd Popa jî dide pey şopa şêwekarên li şikeftan xêz kirin û eynî weke wan pîgmentên xwezayî bi kar tîne ji bo karên xwe. Malzemeyên wî tebeşîr, komira êzingan û pîgmentên ji axê ne.

Hunerê ne mayînde

David Popa pîgmentên xwezayî ango tebeşîr û komirê di nav avê de tevlîhev dike û bi vî awayî ew wan rengên ku dixwaze bi kar bîne, derdixe holê. Ew tenê bi van malzemeyan jî dikare bi awayekî serketî hûrgiliyên xeweşik biqefêle. Di kompozisyonên wî de kûrahiyeke bêhempa heye. Lê tişta xerîb û balkêştir ew e ku hemû kompozisyon û wêneyên ku li xwezayê ava dike, piştî demekê winda dibin û diçin. Yanî karên wî ne mayînde ne. Tenê ew bi riya vîdeo û wêneyên ku digire, dikare karên xwe mayînde bike û bihêle ku di arşîvekê de cih bigirin. Wekî din bayek, lehiyek, berf û baranek dikare bi rehetî karên wî ji holê rakin û welê lê bikin, weke ku wî qet li wir wêne xêz nekiribin. 

 

Zemanê dibuhire tîne bîra xelkê

Jixwe David Popa jî li ser vê yekê difikire. Ew dixwaze bi van karên xwe nîşan bide ku zeman bi ti awayî nayê sekinandin. Ji lewma jî tiştên ku bi awayekî kurt li xwezayê dimînin û piştî demekê ji holê radibin, bêhtir bala wî dikşînin û bi van xebatên xwe dil dike ku insan li ser zeman bifikirin, ji lewre kes li dinyayê heta hetayê namîne û zeman li kesî guhdarî nake û ew her dibuhire. Kar û xebatên David Popa yên hunerî vê rastiyê tînin bîra xelkê. 

David Popa ji bo van xebatên xwe çêke, pêdivî bi teoriyeke fireh û kûr nabîne. Ew bi tiştên xam û sade van wêneyên xwe li xwezayê disêwirîne. Ji ber vê yekê jî gelek caran kesên derûdora wî wî weke “insanê şikeftan” bi nav dikin. Jixwe, David Popa jî xwe weke insenekî besît bi nav dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.