Nêzî komeleya Kurdan sîxurî

Sêşem 3 Çile 2023 - 00:54

Li semta 10´an a Parîsê, nêzî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya, yanî li cihê komkujiya Parîsê ya 23´yê Kanûna 2022´yan lê pêk hat, maşînek hat dîtin, tê de alavên sîxuriyê hebûn. Vê nûçeyê zêde bal nebiribe ser xwe jî, muhim bû. Di erebeyê de jinek hat zemtkirin. Jina ku erebe diajot, madeyên hişbir bi kar anîbûn. Erebeya sîxuriyê jî ne li ser navê wê bû. Erebe tam hefteyekê piştî komkujiyê nêzî Deriyê Saint Denis, yê nêzî komeleya Kurdan hat girtin.

Li vê derdorê ti devera din a hêja ye ku mirov li dijî wê sîxuriyê bike nîne, ji bilî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya. 

Polêsê Fransî di erebeyê de gelek telefonên destan û alavên bi anten dîtin. Wekî din di baxaja erebeyê de qutiyeke ku diyar bû ji bo sîxuriyê tê bi kar anîn jî hat dîtin.

Lê bi awayekî ecêb, polês biryar da ku vê qutiyê biteqîne, ji ber îhtîmala teqemeniyê. Em nizanin ka gelo bi vî rengî belge û delîlên ku sîxuriyê piştrast bikin hatin tinekirin yan na.

Polês bi her awayî eşkere kir ku ew qutiya di erebeyê de alaveke ji bo berhevkirina agahiyên dîjîtal e, yanî ji bo sîxuriyê tê bikaranîn.

 

Pirsên elaqedarî bûyerê

Ev alavên hanê ji bo sîxuriya profesyonel tên bikaranîn, lê dikarin ji aliyên kesên şareza ve bi hêsanî li cihê cih jî bên çêkirin. Cîhaz ji bo guhdarîkirina li axaftinên telefonên destan tê bikaranîn. Niha çend pirsên ku bersivên wan divê ji aliyê meqamên Fransî ve bên dayîn hene:

Çima erebeyeke wiha, li nêzî cihê komkujiyeke li dijî Kurdan hat dîtin?

Têkiliya kesa hatiye girtin bi kê re hebû?

Çima polêsê Fransî, tevî ku cihaz eşkere ya sîxuriyê bû, miameleya tehlûkeya teqemeniyê pê re kir?

Gelo piştî teqandina qutiyê, delîl û belge hatin tinekirin?

Piştî eşkerekirina rapora lêkolînê ya li ser erebeyê û lêpirsîna ajokarê, em ê bibînin, ka gelo meqamên Fransayê wê dîsa hewl bidin ser komkujiyê û failên wê bigirin, yan lêpirsîneke bi rêkûpêk bikin û êdî dawiyê li karûbarên sîxuriya Tirkiyeyê li welatê xwe bînin.

PARÎS 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.