Li taxa Elî Nacî ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, wesayîtek teqiya. Di encamê de 3 kes birîndar bûn. Wesayîteke ji cureyê “Toyota” li gorî agahiyên ji çapemeniya Iraqê û Başûrê Kurdistanê, nêzî baregeheke dewleta Tirk teqiyaye.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne. Lê belê heta ku nûçeya me dihat amadekirin jî hêzên asayîşa Silêmaniyê li ser bûyerê ti agahî nedabûn.
SILÊMANÎ