Neyekbûn derfetê dide dijmin

Duşem 11 Adar 2024 - 00:49

Beşek ji pêşmergeyên dêrîn behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji ber parçebûn û ne yekbûna Kurdan û partiyên Herêma Kurdistanê kirin. Pêşmergeyê dêrîn Salar Rewandizî got:“Parçebûna partiyên Başûrê Kurdistanê rewşa xelkê xerabtir kiriye. Bi yekrêziya partiyan em dikarin hemû dijminên gelê xwe bin bixîn.” Salar têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Kurdistanê wiha got:“Di salên borî de dijminên Kurdan herî zêde êriş li ser parçeyên Kurdistanê pêk anîne, heta çekên kîmyewî û gelek curan êrişên din. Li her çar parçeyên Kurdistanê zilmê li gelê Kurd dikin.” Pêşmergeyê dêrîn got ku xiyanet di nav Kurdan de heye, ji ber ku eger xiyanet nebe, dijminên gelê Kurd nikarin zilmê li gelê Kurd bikin û xaka wî dagir bikin.

Yekîtiya neteweyî pêk bînin

Endama Komeleya Pêşmergeyên Dêrîn Geşaw Îbrahîm jî derbarê ne yekbûna Kurdan û hevkariya eşkere ya PDK’ê ya ji dewleta Tirk a dagirker re wiha got:“Mixabin nebûna yekrêziyê di nav Kurdan de hişt ku dijminên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê çi dixwazin bikin. Mixabin PDK bûye çavê dewleta Tirk a dagirker û bûye sedem ku dewleta Tirk a faşîst rojane zarok û ciwanên vî welatî qetil bike û şehîd bike. Ez weke jineke pêşmergeya dêrîn van êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikim.” Geşaw Îbrahîm eşkere kir ku bi yekitiya hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê Kurd dikarin pêşiya van êrişan bigirin û nehêlin dijminên gelê Kurd lingên xwe yên qirêj deynin ser xaka Başûrê Kurdistanê û hemû parçeyên din yên Kurdistanê. Di dawiyê de bang li hemû aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku yekitiyeke giştî ji bo parastina her çar parçeyên Kurdistanê ji planên dijminên Kurdan û dewletên dagirker, pêk bînin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.