• Yek ji wan kesayetên ku nameya têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û OPCW´ê kirin, Nebez Xalid e. 

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Yek ji wan kesayetên ku nameya têkildarî bikaranîna çekên kîmyawî pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî (NY) û OPCW´ê kirin, Nebez Xalid e. Wî got, heta ku komîsyonek ji bo lêkolîna çekên kîmyewî neçe wan herêman, wê zextên wan dewam bikin. Nebez Xalid eşkere kir ku PDK’ê, ji bo ku kesên, çekên kîmyawî bandor li wan kirine ji medyayê veşêre, nexweşxaneyeke taybet vekiriye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê pêr dabû zanîn ku di 6 mehan de li eyaletên Avaşîn, Metîna û Zapê, Artêşa Tirk a dagirker herî kêm 323 caran bi çekên kîmyewî êriş kiriye.

Di 20’ê Cotmehê de ji Kurdistan û Iraqê 153 rewşenbîr, nivîskar, parlamenter, rojnamevan û hîndekaran bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîteya Rêveber a Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kir da ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dest bi lêpirsînê bikin.

Aktîvîstê Siyasî Nebez Xalîd jî ji îmzekeran e. Wî got, ”Heta niha zêdetirî 400 welatiyên wan herêman rakirine nexweşxaneyê. Ev jî encama şikestina dewleta Tirk a li herêmê ye. Lewma çekên kîmyewî û qedexekirî bi kar tîne. Em dixwazin ji OPCW´yê û NY´yê re bibêjin, ev rastiyek e. Bi qasî ku me kariye me belge xistine ber destê wan, ji bo ku komîsyoneke taybet bişînin herêmên şer.”

Nebez Xalîd da zanîn ku PDK´ê ji bo kesên çekên kîmyewî bandor li wan kiriye, nexweşxaneyek taybet vekiriye: “PDK ji bo welatiyên ku kîmyabaranê bandor li wan kiriye, nexweşxaneyeke taybet vekiriye, ji wan re gotine cureyekî nû yê koronayê ye. Ji bo ku ji medyayê veşêrin wiha dikin. Lê, agahiya xelkê ji rewşê heye. Heger komîsyonek were avakirin, divê biçe vê nexweşxaneyê.”