- Tevî ku Emîne Şenyaşar nexweş e û serûm di çengê wê de ye jî li cihê nobeta edaletê, çalakiya xwe didomîne.
Tevî ku Emîne Şenyaşar nexweş e û serûm di çengê wê de ye jî li cihê nobeta edaletê, çalakiya xwe didomîne.
Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar dewam dike. Di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û 2 kurên wê bi êrişên hovane qetil kiribûn. Kurê wê ku îro pê re nobetê digire Ferît Şenyaşar jî ji êrişê birîndar firitîbû. Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê di roja 242’yan de dewam dike.
Malbat doh sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê berê xwe da ber edliyeyê. Ji ber nexweşiya tansiyonê, Emîne Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê. Bijîşkan jş xwest du rojan behna xwe vede, lê Emîne Şenyaşerê bi serûma di milê xwe de berê xwe da cihê çalakiyê. Li ber Edliya Rihayê çalakiya xwe dewam kir.
Polês xwe lê ranegirt
Polêsên Tirk dest werda çalakiya Emîne Şenyaşar a nexweş. Amîrê polêsan Tirk, bi ser Emîne Şenyaşar de qîriya, îdîa kir Emîne Şenyaşar ne ji dil nexweş e. Polêsan bi darê zorê hewl da Emîne Şenyaşarê li ambulansê suwar bikin. Emîne Şenyaşar çûna nexweşxaneyê red kir û ji bo bi dozger re bipeyive, kete avahiya edliyeyê.
Piştre bi tevlîbûna parezer û endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê, raya giştî li ser çalakiyê hat agahdarkirin.
RIHA