Newroza zarokan li Kobanê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 15 Adar 2022 - 22:09

  • Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya li Kantona Kobanê, bi dirûşma "Bi lehengiya Egîdan zarokên me azad bijîn" bi zarokan re Newroz pîroz kir.

Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya li Kantona Kobanê, bi dirûşma "Bi lehengiya Egîdan zarokên me azad bijîn" bi zarokan re Newroz pîroz kir. Di şahiyê de nepoxên reng bi reng hatin daliqandin. Koma Şehîd Silava stran gotin. Her wiha Koma Şehîd Delîla jî helbest xwendin. Koma Kevana Zêrîn jî Şano û Mûzîk pêşkêşî beşdaran kirin. Koma Şehîd Şîlan jî Dîlana Efrînî nîşan da. Bi dehan ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên zarokan û zarok beşdarî şahiyê bûn.

JINNEWS/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.