• Li Frankfurtê bi hezar rengî Newrozê bihara têkoşînê anî. Peyamên sereke yên siyasî hatin dayîn û rengê meydana pîrozbahiyê jî dilsoziya bi van peyaman re veguherand peymanekê: Newroz dibe destpêka azadiya Rêber Abdullah Ocalan.

Pîrozbahiya Newroza navendî ya Elmanyayê îsal veguherî manîfestoyeke bicihanîna du armancan: Azadiya Fizîkî ya Abdullah Ocalan û derxistina PKK´ê ji "lîsteya rêxistinên terorîst". Hewa hinekî cemidî bû, lê coşa xelkê serma dida jibîrkirin. Zarok, keç, xort, jin û mêrên bi cilûbergên Kurdî jî îsal ji salên bihurî bêhtir meydan xemilandibû. Li ser dikê jî di axaftinan de siyasetvanên Kurd ên weke Hatîp Dîcle axaftina bi Kurdî tercîh kir û peyameke girîng a civakî û siyasî jî bi vê tercîha xwe da. Peyama sereke ya Newrozê esas axaftina hevserokê Konseya Rêveber a KCK´ê Cemîl Bayik bû: Divê Gelê Kurd Newrozê veguherîne destpêka azadiya Rêber Apo.

Hevserokên KON-MED´ê Zubeyde Zumrut û Engin Sever pêşî Newroza xelkê pîroz kirin. Piştre ji partiya desthilatê ya hikûmeta Elman, SPD’ê parlamenter Kaweh Mansouri nerazîbûna xwe ji siyaseta durû ya Ewrûpî îfade kir û pirsî, "Çima hûn nikarin elaqeya hûn nîşanî gelê Ukraynayê didin, nîşanî miletê Kurd ê ku ji bo mirovahiyê têkoşiya bidin?”

Rêberê sendîkaya DGD’ê yê  eyaleta Hessenê Philip Jackes jî Newroz pîroz kir. 

Hevserokê KNK´ê Ahmet Karamus jî bang li dewletan kir da ku destekê nedin dagirkerên Kurdistanê.

Siyasetvan Hatîp Dîcle jî got, "Dawiya aqûbeta mêhtingeran wê bibe aqûbeta Dehak û Sedam bixwe."

Wekî din Hevberdevka HDP´ê ya Ewrûpayê Leyla Îmret, hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Goksungur, li ser navê Yekîtiya Demokratîk a Hêzê Çigdem Devran peyivîn. 

Di bernameya çandî de jî Şehrîbana Kurdî, Koma Bajar, Şerîf Omerî, Koma Dengê Mezopotamya, Xecê, Nasir Rezazî, Hozan Dîno hebûn, tevî koma govendê ya Tev-Çandê.

Bi pêşengiya KON-MED, FED-KURD, FCK, FED-MED, FCKM-Kawa û TJK-E´yê pîrozbahiya îsal a Newrozê bi slogana “Bi Newroza Reber Apo re Azadî Pîroz be” bi beşdariya bi dehhezaran mirovî, li seyrangeha Rebstockpark a Frankfurtê pêk hat.

Me jî bi wêneyan panoramayeke wê Newrozê ji we re amade kir.

Destpêka azadiya fizîkî ya Rêber Apo

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi rasthatina Newrozê peyamek weşand û got: “Divê ev Newroz bibe destpêka azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Ya ku gelê Kurd dixwaze ev e, tenê bi vî rengî dikare deynê xwe yê li hemberî Rêber Apo bide.” 
Cemîl Bayik ev peyam ji pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê re bi dîmen şand û got: “Divê her roj bibe Newroz, şaştî û kêmasî bi agirê Newrozê bên şewitandin; divê gelê me li ser bingehê yekîtî, têkoşîn û serketinê xwe ji nû ve biafirîne.”
Bayik bi bîr xist ku "Rêber Apo di roja Newrozê de hîmê PKK’ê û pêşengiya gelê Kurd danî, di Newroza 1973’yan de bi komekê dest bi meşa azadiyê kir. Li cem Rêber Apo nêzîkatiyeke dîrokî heye. Dîrok di roja me de veşartî ye, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne. Ji ber vê yekê dîroka gelê Kurd û dîroka Newrozê ji xwe re kir esas û ev dîrok bi roja îro re kir yek. Li ser vî bingehî bi PKK’ê re pêşengiya gelê Kurd ava kir û bi ruhê Newrozê bi pêş xist û berfireh kir. Ji ber vê yekê Rêberiyeke mezin, partiyeke mezin û gel derket holê û di bin her şert û mercî de têkoşîna azadiyê dewam kir.
Êdî hovîtiya li ser Rêber Apo nayê qebûlkirin. Lewma divê ev Newroz bibe destpêka azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Ya ku ji gelê Kurd tê xwestin ev e, ji ber ku tenê bi vî rengî dikare deynê xwe yê li hemberî Rêber Apo bide. Ji bo azadiya Rêberê xwe û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' me dest bi pêngaveke dîrokî kir. PKK tevgereke rewa ye. Ji ber ku Rêber Apo û PKK têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dimeşînin û di şexsê gelê Kurd de nirxên azadî û demokrasiyê yên mirovahiyê diafirîne, Rêber Apo di bin hovîtiyê de ye û PKK di lîsteya terorê de ye. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û dostên wî têkoşîneke ku Rêber Apo azad bike û PKK’ê ji vê lîsteyê derxîne bimeşîne. Ev wezîfeyeke dîrokî ye. 
Azadiya fizîkî ya Rêber Apo û derxistina PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorê' wê dawî li desthilatdariya AKP-MHP'ê bîne. 
Xuya dibe ku îsal dê dijwar derbas bibe. Ji ber ku dewleta Tirk û PDK’ê amadekariya êrişên nû dikin. Her kes li bendê bû ku PDK di berjewendiya gelê Kurd de tercîhekê bike û bi gelê Kurd re bibe yek. Lê PDK’ê dewleta Tirk a qirker û dagirker tercîh kir. Li dijî gelê Kurd di heman eniyê de li cem dewleta Tirk disekine. Dixwazin îsal derbên mezin li PKK’ê bixin û jixwe hin gavan diavêjin. Divê gelê Kurd vê rastiyê pirr baş bibîne û li her derê xwe li dijî vê yekê amade bike. Bi PDK’ê re yekîtiya neteweyî pêk nayê, ji ber ku PDK’ê tercîha xwe ji bo qirker û dagirkeran kiriye û xizmeta dewleta Tirk a qirker û dagirker dike.
Divê her roj bibe Newroz, şaştî û kêmasî bi agirê Newrozê bên şewitandin; Divê gelê me li ser bingehê yekîtî, têkoşîn û serketinê ji nû ve bê afirandin. 
Di Hefteya Lehengiyê de em ê têkoşîna xwe bi hêztir bimeşînin û di 4’ê Nîsanê de bigihin qonaxeke bilind. Di çarçoveya bernameya 2022’an de; gelê Kurd azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” daniye pêşiya xwe. Li ser vî bingehî Newroza we pîroz dikim, Bijî Rêbêr Apo, Bijî Newroz."  n FRANKFURT

FRANKFURT