Dozger di rûniştina pêşî ya doza li dijî rojnamevan Melîs Alphan de ku bi hinceta wêneyê “Newroz Pîroz Be” parve kiribû, xwest ceza li Alphan bê birrîn.
Rojnamevan Melîs Alphan di hesabê xwe yê medya civakî de wêneyê Newroza 2015’an bi peyama “Newroz Pîroz Be” belav kiribû. Ev parvekirina Alphan bû sedema lêpirsînê û bi îdîaya “propaganda rêxistinê” doz lê hat vekirin. Rûniştina pêşî ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 32'yan çêbû. Alphan û parêzerên wî amade bûn. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û gelek rojnamevanan doz şopandin û pişgirî dan Alphan.
Melîs Alphan got, wê ti sûc nekiriye û doza beraeta xwe kir. Parêzeran jî got, divê wêne di çarçoveya azadiya derbirînê de were nirxandin û xwestin muwekila wan bê beraetkirin. Lê dozger mutaleya xwe pêşkêş kir û xwest li Melîs Alphan ji ber sûcê “propagandaya rêxistinê” ceza bê birrîn.
Şandeya dadgehê rûniştina dozê taloqî 21’ê Gulanê kir. STENBOL