Newroz afirandina rihê berxwedanê ye

Şemî 22 Adar 2025 - 03:40

Gerîlayên azadiyê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şer dikin, Newrozê bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin. Gerîla dibêjin, Newroza vê carê wê bibe Newroza pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Ferman Penaber: Newroza 2025'an di serî de li afirînerê azadiyê Rêber Apo, li gelê me, girtiyên azadiyê, hevrêyên li çeperên berxwedanê şer dikin, di şexsê Mazlûm Dogan, Rahşan û Zekiye de li şehîdên azadiyê yên Kurdistanê pîroz be. Bawerî û biryardariya me hêzên HPG'ê tam e. Ev Newroz wê bibe Newroza azadiya Rêberê me û Kurdistanê. Ji bo ev Newroz ji gelên mezlûm re bibe Newroza azadiyê em ê têbikoşin.

Newroz azadî ye, ji bo me cejna neteweyî ye. Newrozê careke din li Rêbertî û hemû gelên herêmê pîroz dikim.

Delîl Hawar: Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyan û gelê me pîroz dikim. Em ê Newrozê bi ruhê şoreşgerî bikin bingeha azadiya fîzîkî ya Rêbertî. Bijî Rêber Apo, Bijî Newroz.

Mahîr Apocî: Newroza 2025'an li afirînerê azadiyê li Rêber Apo pîroz be. Her wiha cejna Newrozê li gelê me, li hevrêyên li çeperan li ber xwe didin pîroz dikim. Em hêvîdar in ku Newroz bibe wesîleya azadiyê ji gelên Kurdistanê û herêmê re. Em bi vê biryardariyê nêzî Newrozê dibin. Bijî Rêber Apo, Bijî Newroz.

Em ji şer re jî aştiyê re jî amade ne

Mazlûm Çiyager: Di sala 2025'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê têbikoşin, li ber xwe bidin. Armanca me ew e ku vê salê bikin sala azadiyê ya Rêber Apo û gelan. Bi pêşengiya Rêber Apo bi metna 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' pêvajoyeke nû destpê kir. Weke gerîlayên HPG û YJA Starê em heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne. Çi ji destê me bê em ê bikin. Em ji aştiyê re jî, ji şer re jî amade ne.

Weke gerîla em li gorî wateya vê rojê pîroz dikin. Newroz ji bo me gelekî hêja ye, afirandina ruhê berxwedana me ye. 

Kûrtay Dêrazor: Newrozê li Rêber Apo, gelê Kurd, girtiyên azadiyê û li hemû hevalên li çeperan li ber xwe didin pîroz be. Newroz ji bo Rêberê me, gelê me û tevgera me xwedî wateyeke gelekî mezin e. Ji bo çirûka Newrozê ya Mazlûm Dogan bi ser bixînin em ê bijîn. Çi dibe bila bibe, ji bo Newroza 2025'an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê şer bikin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.