Neteweyên Yekbûyî xwest lêkolîn bê kirin
În 22 Tîrmeh 2022 - 22:24
- Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişa dewleta Tirk a li dijî xelkê li seyrangeha gundê Perexê, daxuyaniyeke şermokî da.
Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişa dewleta Tirk a li dijî xelkê li seyrangeha gundê Perexê, daxuyaniyeke şermokî da. Tevî ku lêkolînên leşkerî nîşan didin topên 155 mm hatine bikaranîn û êriş ji bakur ve, ji aliyê baregehên dewleta Tirk lê ve hatiye kirin, NY doza lêkolîneke lezgîn dike. Rayedarê PDK´ê Hoşyar Zêbarî bi xwe jî ev agahiyên bikaranîna topên 155 mm û ji aliyê Tirkiyeyê ve topbarankirin, piştrast kiribû.
Cîgirê Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY´ê, Ferhan Heq derbarê meseleyê de got, “Sekreterê Giştî yê NY´ê topbarana kujer a li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê ya li Herêma Kurdistana Iraqê, şermezar dike. Sekreterê Giştî dixwaze ku lêkolîneke bilez û berfireh li ser bûyerê bê kirin da ku peywenda êrişê bê diyarkirin û berpirsyarî bê piştrastkirin.”
Axir sekreterê giştî yên NY´ê Antonio Guterres daxuyaniyeke şermokî daye, êriş şermezar kiriye, lê êrişkar şermezar nekiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN