Neteweyek dil dikeve Zak Moradî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 25 Çile 2021 - 02:39

Miletê Îrlandî hêdî hêdî dil dikeve Zak Moradî yê ji Başûrê Kurdistanê. Ew piştî ku bû mêvanê showa Tommy Tiernan û tê de behsa serpêhatiya xwe ya penaberiya ji Kurdistanê kir, xelkê bêhtir hez jê kir. 

Zak Moradî ji tîma hurling - sporeke mîna gomaka Kurdî ye - Leitrimê re li Îrlandayê dilîze. Ew 11 salî, gava ku hîna hukmê Sedam Hiseyn li ser bajarê wî hebû, sala 2002´yan tevî malbata xwe penaberî Îrlandayê dibe. 

Pêr wî di showa Tommy Tiernan de behsa serpêhatiya xwe ya li Başûrê Kurdistanê kir. 

Ew sala 2002´yan li bajarê Carrick-on-Shannon bûye penaber. Ev ji bo wî bûye şokeke mezin a çandê. Wî di vê şoka çandê de xwe bi spora “hurling”ê girtiye û bi rêya wê, ji xwe re heval jî çêkirine. 

Ew ê paşê bibûya lîstikvanê koma di lîga bilind de Leitrimê. Hurling jî li Îrlandayê lîstikeke neteweyî ye û bi qasî futbolê jî populer e. 

Gava ku bi dayika xwe re mala xwe bar dike Dublinê jî ji bo maç û antremanan reya dirêj daye ber xwe. 

Piştî bernameyê li ser hesabên medya civakî yên Îrlandayê pêleke pesindayîna Zak Moradî dest pê kir. Weke ku neteweyek bi temamî dil bikeve Zak Moradî. 

DUBLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.