Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê û Endamê Înîsyatîfa Ereban Ji bo Azadiya Abdullah Ocalan, Mamoste Ehmed Behadîn Şehban, derbarê 22 salên komploya 15´ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, gotarek nivîsand. Gotara bi sernavê “8030 roj”  di rojnameya El-Destûr a Misrê de hat weşandin.

Bahadîn di gotara xwe de behsa komploya navnetewî dike û balê dikişîne ser projeya Neteweya Demokratîk ku Rêber Ocalan pêşkêş kiriye.

Wî got, "Dibe ku hin kes pêşniyaza Netewa Demokratîk a Ocalan weke ‘xewneke nayê pêkanîn’ bi nav bikin. Çima na? Gelo ew projeyên mezin beriya niha ne xewn bûn , lê pêk hatin anîn? Weke mînak nijadpestiya Efrîkaya Başûr. Gelo li wir aliyên ku di dawiyê de bi ser ketine yên rêalîst bûn ku ti carî teslîmkarî li hemberî têgehên xurt qebûl nekirin, yan ên romantîk bûn ku bi xewnan dixwazin paşerojeke baş ji mirovahiyê re ava bikin?

Bi boneya salvegera 22’yemîn û 8030 rojan ji girtina Abdullah Ocalan, reşwenbîr û siyasetvanên Misrê û Ereb ji Qahîrayê înîsiyatîfek dane destpêkirin. Em serketinê ji vê înîsyatîfê re dixwazin da ku Ereb jî ji bo azadiya Ocalan tevbigerin. Ti mînakeke weke vê desthilatdariya Tirk a faşîst di cîhanê de tineye, tenê dewleta Îsraîlê qayîşê bi Tirkiyeyê re dikişîne."

NAVENDA NÛÇEYAN