Netanyahu çû Lapid hat

Nûçeyên Cîhan

În 4 Hezîran 2021 - 03:39

  • Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid doh agahî da serokê dewleta Îsraîlê ku ew di avakirina koalîsyoneke ji bo hikûmetê bi ser ketiye.

Serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid pêr agahî da serokdewletê xwe Îsraêilê ku wî dengên pêwîst ji bo avakirina hikûmetê, bi dest xistine.

Beriya çendekê serokê lîsteya Ereban a hevbeş Mensûr Ebas ku 4 parlementer ji Knessetê di nav de ne, bang li Lapid kir ku koalîsyonekê ava bike.

Beriya bidawîbûna mohleta hatibû diyarkirin, serokê muxalefeta Îsraîlê Yair Lapid doh agahî da serokê dewleta Ibrî ku ew di avakirina koalîsyoneke ji bo hikûmetê bi ser ketiye. Bi vî rengî, dawî tê li hikûmeta Benjamin Netanyahu ya ku 12 sal in li ser kar e. 

Partiya Lapid, Jesh Atid got, çawa ku mohleta qanûnî ye, ew ê di nava 7 rojan wezîran diyar bike û baweriyê ji parlamena bigire.

Lapîd doza vekişîna ji Girên Golan, kêmkirina mesrefên artêşê û hin reforman dike. Niha çav lê ne, ka gelo ew ê karibe van pêk bîne bi koalîsyona xwe re.

TEL AVÎV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.