Hunermendê Kurd Dilovan, anî ziman ku TRT Kurdî bêyî destûrê ji wan wergire li ser bavê wî Reşîdê Baso bername çêkiriye û tê de heqaret li dîroka gelê Kurd û Êzîdî kiriye.
Kanala Televîzyona dewleta Tirk a xasma li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd weşanî dike, TRT Kurdî ji bo asîmîlekirina çand û zimanê Kurdî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hatiye avakirin; têkildarî hunermend û dengbêjên Kurd bi agahiyên şaş û derew, bernameyan çêdike. TRT Kurdî ku çeka asîmîlasyonê ya dewletê ye, di bernameyeke xwe ya vê hefteyê de qala Dengbêj Reşîdê Baso kir. Malbata Dengbêj Reşîdê Baso nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da ku bêyî destûrê ji wan bixwaze, bername çêkiriye.
Malbata Reşîdê Baso ku li Agiriyê dima, sala 1914'an ji qirkeriya dewleta Tirk reviya û li Ermenistanê bi cih bû. Di dema êrişên qirkirinê de gelek ferdên malbata Reşîdê Baso hatin qetilkirin. Reşîdê Baso sala 1927'an li gundê Keleşbeg ê bajarokê Talîn ê Ermenistanê ji dayik bû. Mîna Peyayo, Mêvan, Qurban, Felekê zêdeyî 40 klamên wî li Radyoya Erîvanê hatin qeydkirin. Reşîdê Baso, di navbera salên 1964 û 1966'an de li Radyoya Erîvanê kilam gotin, di sala 2006'an de jî jiyana xwe ji dest da.
Em qebûl nakin û şermezar dikin
Kurê dengbêj Reşîdê Baso, hunermend Dilovan nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da ku têkildarî bavê wî bername çêkiriye. Hunermend Dilovan got, "Gelê bi rûmet ê Kurdistanê! Weke ku tê zanîn malbata me di dîroka xwe de timî xizmet ji çand û hunerê Kurdî re kiriye, wê vê xizmeta xwe dewam bike. Ji bo doza bi rûmet a gelê Kurd em her tim têkoşiyan, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Beriya niha bi çend rojan, kanaleke televîzyonê ya dewleta Tirk, TRT Kurdî li ser bavê min bernameyek çêkir. Weke kurê Reşîdê Baso ez TRT Kurdî şermezar dikim. Em qebûl nakin ku li televîzyoneke mîna ya TRT Kurdî li ser bavê min dengbêj Reşîdê Baso bernameyên bi vî rengî bêne çêkirin."
ANF/WAN