Nema nema oksîjen nema

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 9 Adar 2021 - 01:08

Ji sernivîsê nebizdin. Gerçî li gorî lêkolerên Zanîngeha Tokyoyê bi hevkariya Georgia Techê ji bo NASA´yê kirî, ji vir heta bi milyarek salî wê li ser vê erda me oksîjen nemîne. Heta hingê xwedê mezin e, lê ev ê çawa bibe jî, lêkoleran serê xwe baş pê êşandiye. 

Halê hazir ji sedî 21´ê atmosfera me ji Oksîjenê ye, ji sedî 78 nîtrojen e. Ji sedî 1´a mayî jî gazên din in. Kazumî Ozakî ji Zanîngeha Tokyo û Chris Reinhard ji Georgia Techê sîstemîn dinyayê yên avhewa biyolojîk û jeolojîk bi modelan danîn ber çavên xwe lêkolînên xwe kirin. Li gorî lêkolînê di her du milyar salên pêşî yên dinyayê de di atmosferê de oksîjen nebûye. Siyanobakterî gava peyda bûn oksîjen jî bi rêya fotosentezê dikeve atmosferê. Beriya 2.4 milyar salan êdî çi dibe tam pê neyê zanîn jî oksîjen di atmosfera dinyaya me de belav dibe. 

Kazumî Ozakî dibêje, ev cineta têr oksîjen, ne rewşeke daimî ye. Li gorî lêkolîna wan a 1´ê Adarê hatî weşandin, roja pîr dibe wê her biçe germtir bibe. Ev ê atmosferê jî germtir bike. Karbondîoksît jî wê ji ber germê parçe bibe. Rêjeya wê, dê ewqasî kêm bibe ku organîzmayên fotosentezê dikin, hew karibin bijîn. Yanî giya, dar, kulîlk û gelek cureyên bakterî û giyayên deryayî jî wê nemînin. Gava ku karbondîoksît nebe, ew nikarin fotosentezê bikin û oksîjenê bidin der.  

Li gorî lêkolînê, gava ku ev pêvajo piştî milyarek sal dest pê bike wê zûzûka di nava 10 hezar salekî de jiyanê ji ser rûyê erdê bibe.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.