Nelet li desthilata bêdeng

Duşem 9 Îlon 2024 - 02:40

Melayê Mizgefta Mezin a Pîremegrûn ya li Silêmaniyê Tahir Kelebaş di xudbeya vê Îniyê de têkildarî hedefgirtina xelkê sivîl a ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya li beramberî van êrişan, gotarek pêşkêş kir û got:“Nelet li Erdogan, nelet li Tirkiyeya netewperest, nelet li caş û nokerên Kurd ku bûne caşên Tirkiyeyê û agahiyên îstîxbaratê didin. Ez li gel Mela Omer Şaristênî axivîm, got ‘ew her du zarokên li Xelekan xwendekarên mizgeftê bûn û Quran dixwendin, bavê wan jî kesek xêrxwaz bû’.” Mela Tahîr Kelebaş destnîşan kir ya ku Erdogan li Kurdan dike ew e ku Îsraîl niha lê ala serkeftinê lê hildayî ye û got:“Erdogan fêlbaziyê dike. Çima derewan li milet û olê dikin? Xweda we şermezar bike. Tirkên netewperest, ev welat neyê we ye, Tirkiye yê Moxoliyan e. Kurdistan xaka bav û bapîrên meye.”

Her wiha Mela Tahir nefret li desthilata Herêmê jî kir û got:’’Tirkiye tê darên me dibire û dibe Tirkiyeyê. Nelet li wan kes û desthilata Kurdistanê ji ber ku bêdengiyê dihilbijêrin û di bin de pêşengtiyê ji wan re dikin. Nelet li wê desthilatê be ku li ser rijandina xwîna gelê xwe bêdeng û bê bersiv dimîne. Niha artêşa Tirk 40 heta 50 km xaka me dagirkiriye. Em hikûmetê şermezar dikin ku xalîçeya sor ji wan re datîne. Gelo li vî welatî hemû ciwan û zarok tên kuştin, hûn çima helwestê nagirin? We artêşek ji leşkeran ava kiriye û kirine bi berdêl. Hespên bi 30 defteran ji zarokên xwe re, koşk û qesran li Ewropayê dikirin. Çima we çar mûşek nekirîn û çar dron nexistin xwarê? Xweda hikumeta ku bi dîn û gelê xwe re ne raste ceza bike.”

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.