Nekevin pêşbirka êş û azaran

Sêşem 3 Hezîran 2025 - 03:35

Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jorîn a Bedlîsê ji ber êrîşên leşkeran di navbera 8-17'ê Kanûna 2017'an de hate xerakirin û cenazeyên li goristanê hatin dîtin bi hinceta nasnameyê birin Stenbolê. Tevî ku 8 sal di ser re derbas bûne jî, gelek cenazeyên li sindoqên plastîk ên li peyarêya Goristana Kilyos a Stenbolê hatine veşartin, ji malbatên wan re nehatine dayîn. Xizmên kesên li Goristana Kilyosê hatin definkirin û ji ber şewitandina gundan ji neçarî koç kirin û niha li Stenbolê dijîn, daxwaza vegera cenazeyên xizmên xwe dikin.

Welatiya bi navê Zubeyde Adar (55) ji ber zextên dewletê di sala 1994'an de neçar ma ji gundê xwe Axkûsa girêdayî Tetwanê ye terk bike û wiha got:"50 sal in Kurdan gelek berdêl dan, lê her tim em aştiyê dixwazin. Em vê pêvajoyê erênî û guncaw dibînin. Divê hestiyên zarokên tu kesî di qutiyên plastîk de nedin wan. Ev 50 sal in em li benda aştiyeke bi rûmet in. Dem ne dema pêşbazîkirina êşê ye. Bi hezaran jinên Kurd ên mîna min zarokên xwe winda kirine û ji ber vî şerî neçar man e koç bikin. Weke malbat em li edaletê digerin û divê ev edalet pêk were. Hin malbatên Tirk bi gotina, 'Zarokên me şehîd bûn, em ê aştiyê nekin' li dijî pêvajoyê derdikevin. Lê Kurd bi sedsalane rastî komkujiyan tên; bi hezaran zarokên me hê jî di girtîgehan de ne. Em ê dev ji daxwaza edalet û wekheviyê bernedin. Lê daxwaza me ew e ku em bi hev re bi rûmet bijîn. Ez ji vir xîtabî dayikên Tirk û jinên Tirkiyeyî dikim. Werin em bi hev re dest bidin destê hev vê aştiyê wek jin ava bikin."

Em li pişt Rêberê xwe ne

Bahar Tarhan (47) diyar kir ku xwîşka wê Nuray Gumuş (Candan) di sala 1992'an de tevli PKK'ê bûye, di 1995'an de li Bedlîsê şehîd bûye û ji ber zextên dewletê di sala 1994'an de neçar mane koçî Stenbolê bikin. Bahar Tarhan got ku li gorî texmîna wan cenazeyê xwîşka wê ji Goristana Xerzanê derxistine anîne Kîlyosê, heta niha gelek caran xwestine ji bo testa DNA xwîn bidin, lê tu encam bi dest nexistine û wiha axivî: "Em niha nizanin cenazeyê xwîşka min li ku ye. Tevî serlêdanê jî me ti bersiv negirt û li bendê ne. Em dixwazin astengiyên li pêşiya dîtina hestiyên me bên rakirin û ji me re bê dayîn. Em televîzyonê vedikin û ferasetek heye ku PKK'ê çeka xwe daniye û pirsgirêk çareser dibe. Tenê ji ber ku PKK'ê çek daniye, nayê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd çareser bûye. Ji bo wê jî wekheviya mafan pêwîst e. Pêwîste mafên gelê Kurd ên pêncî sal in hatine xebitandin, bên vegerandin. Lê belê nêzîkatiyeke ku me înkar dike, me tine dihesibîne heye. Gelê Kurd her tim alîgirê aştiyê bû. Tevî hemû tiştên qewimîn jî em aştiyê dixwazin, lê em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ji me re dibêjin 'Bira' lê ziman, etnîsîte û çanda kesên ku jê re dibêjin 'Bira' înkar kirine û avêtine çaleke bê binî. Tiştekî bi vî rengî nabe. Rêbertiya me jî behsa 'Birakujiyê' dike, lê dixwaze biratiyeke wekhev be. Em piştgiriyê didin Rêbertiya xwe."

Serok azad bibe aştî rastîn dibe 

Ji ber ferzkirina cerdevaniyê Gulbahar Erkiliç (60) di salên 1990'î de neçar ma ji Tetwanê koçî Stenbolê bike anî ziman ku kurê wê Azîz Erkiliç (Xeyrî Tetwan) di sala 1992'an de tevlî PKK'ê bû û di sala 2019'an de li Zozanên Faraşînê ya navçeya Elkê ya Şirnexê tevî 3 hevalên xwe şehîd bû û got:"Me weke gelê Kurd gelek êş ji vê dewletê kişand, lê em naxwazin êdî mirovên din, dayikên din êşê bikişînin. Em niha jî piştgiriyê didin banga wî ya aştiyê. Ji ber ku ti şer nikare heta hetayê bidome; divê aştî çêbibe. Aştî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê pêwîst e. Bi salan e em dibêjin 'Aştî'; eger aştî hebe, hemû pirsgirêkên me dikarin bi hêsanî werin çareserkirin. Abdullah Ocalan mirovekî biaqil e; dema banga aştiyê dikir ji bo hemû dahatûyên me dibêje 'Aştî'. Rêbertiya me dixwaze hemû gelên Tirkiyeyê sûdê werbigirin û gelê Kurd jî dixwaze mîna gelê Tirk wekhev bijî. Ez di wê baweriyê de me ku eger Serokê me azad bibe, wê aştiyeke rasteqîn pêk were."

MA/ESRA SOLÎN DAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.