• Karasû diyar kir ku dewleta Tirk bi berxwedana gerîla xitimiye û destnîşan kir, ku PDK bi van kiryarên xwe hewl dide artêşa Tirk a xitimiye rizgar bike. Karasû got, "Gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike, bila PDK xwe nexe navberê." 

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di bernameyeke taybet a Medya Haberê de li ser êrişên artêşa Tirk û liv û tevgera PDK'ê ya li qadên gerîla axivî û got: "Beriya 2 salan PDK'ê hêzên xwe şandibû Zînî Wertê. Me wê demê jî ragihandibû ku hatina hêzên leşkerî yên PDK'ê ji bo Zînî Wertê liv û tevgera PDK'ê ya di çarçoveya konsepta tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd de ye. Têkiliyên DYE-Tirkiye-PDK, weke parçeyek ji konsepta tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ketibû rojevê. Piştre êrişên li ser Heftenînê dest pê kirin. Dewleta Tirk dest bi hewldana dagirkeriyê kir. Herî dawî êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê di çarçoveya vê konseptê de ne. Divê ev yek bê dîtin. Di şexsê gerîla de dixwazin Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin. Di vê mijarê de jî PDK tê bikaranîn.

Dixwazin komployê temam bikin

Em dikarin vê bêjin; Li Şamê sala 1999'an dewleta Tirk tevî DYE û Îsraîlê, her wiha bi beşdariya PDK'ê komployeke navneteweyî li dar xist. Bi wê komployê xwestin ku Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin. Lê belê 20 sal in, 22 sal in li gel êrişên giran jî nekarîn Tevgera me ya Azadiyê tasfiye bikin. Berevajî; tevgera me xurtir bû. PKK mezintir bû. Bandora xwe ya siyasî ya li ser Rojhilata Navîn zêdetir bû. Lewma hêzên ku komplo kirin, bêguman mîna berê xurt nînin, yan jî tifaqa komployê ya berê ewqasî berfireh nîne. Di nava wan de hin pirsgirêk hebin jî armanca wan a sala 1999'an, polîtîkaya di şexsê Rêber Apo de tasfiyekirina PKK'ê, polîtîkaya tasfiyekirina Tevgera me ya Azadiyê, komployê niha hewl didin li Herêmên Parastinê yên Medyayê bimeşînin. Ev yek konseptek e.

Rol dabeş kirine

Ev yek êrişeke ku Tirkiyeyê û PDK'ê bi hev re plan kirine. Her kes bi rola xwe radibe. Rolek dane PDK'ê. Rolek dane Tirkiyeyê. Li pişt wan jî hêzên navneteweyî hene. Li ser vê bingehê êriş dikin. Di çarçoveya vê planê de PDK hewl dide herêma Metînayê dorpêç bike, bikeve navbera qadên gerîla, ji hev qut bike. Cewhera vê planê wiha ye; PDK wê bibe sindan, dewleta Tirk jî êriş bike û bibe çakûç. Wê bi vî rengî Tevgera Azadiyê bê tasfiyekirin.

Niha bi roleke bi vî rengî tevdigerin. li Garê qadên gerîla dorpêç kirin. Par dorpêçeke bi vî rengî kirin. Li Garê rageşiyeke bi vî rengî rû da. Li wir şer qewimî. Bi sînor jî be, piştre aram bû. Niha bi êrişên li ser Metîna, Zap û Avaşînê ev êriş berfireh kirin. Ev êriş êdî ne êrişeke li ser çeperekê ye. Dixwazin PKK'ê tasfiye bikin û astengiya li pêşiya Qirkirina Kurdan rake. Dixwazin vê konseptê, qonaxa dawî ya vê komployê bibin serî. Bi tasfiyekirina PKK'ê dixwazin komploya ku sala 1999'an li Şamê hate destpêkirin bibin serî. Divê ev konsept bi vî rengî bê dîtin."

PDK êrişan rewa dike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bal kişand ser êrişa dewleta Tirk a li ser kampa Mexmûrê jî ku di heman demê de bi êrişa li ser qadên gerîla hate kirin û got, "Bêguman ev yek tesadûfî nîne. Çawa ku PDK bi dorpêçkirina qadên gerîla dixwaze destê dewleta Tirk sivik bike, dewleta Tirk jî di demekê de ku hêzên leşkerî yên PDK'ê qadên gerîla dorpêç dike, bi êrişa li ser Mexmûrê bi awayekî eşkere piştgiriyê dide polîtîkaya PDK'ê."

Karasû dorpêçkirin û ambargoya zêdeyî 2 salan a li ser Mexmûrê bi bîr xist û got, "Bêguman eger PDK rabe Mexmûrê dorpêç bike, ev yek wê were wê wateyê ku xelkê Mexmûrê sûcdar dibîne. Yê ku li Mexmûrê êrişkariya dewleta Tirk rewa dike, PDK bi xwe ye. Çawa ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rewa dike, çawa ku êrişên li ser Rojava rewa dike, bi dorpêçiya 2 salan a li ser Mexmûrê êrişên dewleta Tirk rewa dike."

NAVENDA NÛÇEYAN