- Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Qadên Berxwedanê yên Zê (Zap) û Avaşînê artêşa Tirk a dagirker nekariye encamê bistîne.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku li Qadên Berxwedanê yên Zê (Zap) û Avaşînê artêşa Tirk a dagirker nekariye encamê bistîne. HPG’ê da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan de 10 dagirkerên din jî hatine kuştin.
HPG’ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li herêma Avaşînê
Di 18’ê Gulanê saet di 17.00’an de dagirkeran xwest bi çekên kîmyewî Qadên Berxwedanê yên Werxelê bomberdûman bikin. Hêzên me bi çekên giran li van dagirkeran da. Di encama vê çalakiyê de dagirker qedemeyekê vekişiyan.
Di 18’ê Gulanê de saet di navbera 11.00 û 18.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê 11 caran bomberdûman kir.
Li herêma Zê (Zapê)
Di 18’ê Gulanê de saet di 20.00’an de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Cehenem ê Qada Berxwedanê ya Çiyareş da. Di 19’ê Gulanê saet di 12.00’an de dema ku dagirker tevdigeriyan, hêzên me bi bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran da. Li vir 2 dagirker birîndar bûn.
Di 18’ê Gulanê de saet di 12.30’î de dagirkeran hewl da çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan bomberdûman bikin. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran da û li vir 2 dagirker hatin kuştin.
Di 19’ê Gulanê de saet di 04.50’an de dagirkeran hewl da li çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara teqemeniyan bi cih bikin. Hêzên me li van dagirkeran da û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine kuştin.
Di 19’ê Gulanê de nîvrojê, hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara da.
Di daxuyaniya me ya 19’ê Gulanê de; me agahî parve kir ku cenazeyên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara di 19’ê Gulanê saet 10.30 heya saet 07:00’an de ber bi çeperên şer ve biçin û cenazeyên xwe bistînin. Ev dagirker ji aliyê hêzên me ve yek bi yek bûn hedef û 3 dagirker hatin kuştin. Cenazeyên dagirkeran qismî di bin kontrola hêzên me de ne. Dagirkerên ku heman rojê saet di 15:30´î de xwestin êriş bikin, bi çekên ferdî hedef hatin girtin û li vir 3 dagirker hatin kuştin.
Di 19’ê Gulanê saet 06:45 û 09:45’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve 3 caran hedef hatin girtin. Car caran şer qewimî. Di encama çalakiyên hêzên me de, dagirkeran nekarî bi pêş ve biçin û gavekê vekişiyan.
Di 19’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 13 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Şehîd Berxwedan û Şehîd Hewrê bombebaran kir.
BEHDÎNAN