Nehiştin şîna wê jî bê danîn
Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 03:00
Nûra Kurt a 65 salî ya li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Wêranşarê ji aliyê 5 kesan ve bêyî wecîbeyên olî, bi dorpêça leşkeran, hat definkirin û polîsan destûr neda malbat şînê deyne. Nûra Kurt a ku di 4'ê Kanûnê de ji ber têkçûna gurçikên xwe ji bo dermankirinê ji Mexmûrê çûbû Elmanyayê, jiyana xwe ji dest da. Nûra Kurt li Taxa Herwanî ya navçeya Wêranşar a Rihayê di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin. Nura Kurt a danê sibehê cenazeyê wê gihişt Amedê, piştre anîn Wêranşarê. Dema cenaze anîn leşkeran zext li malbatê kirin ku tavilê cenaze bê definkirin. Leşkeran destûr nedan merasîma definkirina Nûra Kurt bê lidarxistin. Cenaze danê sibehê saet di 07.30’an de bi beşdariya 5 kesan bêyî wecîbeyên olî hat definkirin. Qada goristanê ku ji aliyê bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, bi dronên keşfê hat qeydkirin.
Polîsan destûr neda ku şîn ji bo Nura Kurt li mala şînê ya Navçeya Wêranşar bê danîn. Malbatên ku piştî definkirinê di bin dorpêçê de çûn mala şînê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan mala şînê dorpêç kirin û ji malbatê re gotin ku destûr nayê dayîn ku şînê deynin. Polîsan zext li malbatê kirin û gef li wan xwar ku ew ê nehêlin kes biçin şînê.
Nûra Kurt a jiyana xwe ji dest da, di sala 2007'an de tevî du keçên xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Nura Kurt a ku 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Mexmûrê bi cih bû, di sala 2014’an de ji bo dermankirinê çû Elmanyayê. Nura Kurt a ku 10 sal bi teşhîsa nebesiya gurçikê dihat dermankirin, di 4'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da.
JINNEWS/RIHA