Neheqiya sînornenas a PDK’ê
Çarşem 15 Kanûn 2021 - 21:30
- Mamoste Bedel Berwarî û mamoste Cemal Xelîl ji ber ku li mafên xwe pirsîn, pêşî hatin girtin, di rewşên xirab de hatin hiştin, êşkence li wan hat kirin û herî dawî jî cezayê hepsê li wan hat birrîn.
Mamoste Bedel Berwarî û mamoste Cemal Xelîl ji ber ku li mafên xwe pirsîn, pêşî hatin girtin, di rewşên xirab de hatin hiştin, êşkence li wan hat kirin û herî dawî jî cezayê hepsê li wan hat birrîn. Ew herdu ji zindaniyên wê dozê ne ku weke doza Behdînanê li nava raya giştî ya Kurdî tê nasîn.
PDK´ê ev cezayê bi neheqî û bêdelîl li herdu mamosteyan hatî birrîn, kêm dît û çerxên din ji bo cezakirinê kirin dewrê. Bi biryara Rêveberiya Perwerdehiya Dihokê Mamoste Bedel Berwarî û mamoste Cemal Xelîl ji karê mamostetiyê hatin dûrxistin. Ev awayê cezakirinê, rejîma AKP´ê ya dewleta Tirk a dagirker tîne bîra mirovan, ji ber ku wê jî dûrkirina ji karê giştî weke cezakirina muxalifan bi kar dianî.
DIHOK