Nefta Başûr û berîka Barzanî

În 31 Adar 2023 - 01:30

Ji ber aloziya di navbera hikûmeta Bexdayê û rayedarên Kurd ên li Hewlêr û Silêmaniyê, firotina petrola Başûrê Kurdistanê di ser Tirkiyeyê re sekiniye. Esas biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî kir ku firotina petrolê di ser Tirkiyeyê re bê rawestandin. Rayedarên hikûmeta Bexdayê û yên hikûmeta Hewlêrê hewl didin li ser firotina vê petrolê li hev bikin. Ev petrol ji sedî 0.5´ê pêdiviya bazara dinyayê ye. Sêşema bihurî muzakereyên aliyan bêyî encameke darîçav bi dawî bûbû. 

Li gorî destûra 2005´an lazim bû qanûneke kite bi kite li ser petrol û gazê bê derxistin da ku dawiyê li aloziyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bîne. Niha dibe ku ev qanûn derkeve. Rayedarekî hikûmeta Hewlêrê, bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin ji The National re peyiviye: “Hikûmeta Hewlêrê niha bi Bexdayê re bi xurtî kar dike da ku qanûna neft û gazê bê erêkirin.”

Xala destûrê ya 112´an dibêje, lazim e Bexda û Hewlêr sektora neft û gazê bi hev re bi rê ve bibin. 

Hewlêrê di ser xeta lûleyên petrolê ya Ceyhanê re yanî di ser Tirkiyeyê re 350 hezar varîl neft mehane difirot. 

 

Bexda wê çi bike?

Niha pirs ew e, gelo siyasetvanên Bexdayê wê biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî weke derfetekê bibînin ji bo piçûkxistina PDK û malbata Barzanî yan na. Lewma heger erê, evê rê veke li ber qanûnên erka Hewlêrê kêm dikin. Yanî dibe ku xanedaniya Barzaniyan lawaz bibe. 

Nîşanên pêşî û hevdîtinên Sûdanê yên li Bexda, Hewlêr û Silêmaniyê, îşaret bi nayê dikin. Mirov dikare bibêje, lihevkirineke Sûdanî bi Hewlêrê wê di nava budceya federal de bi cih bibe. Ew jî wî hesabî yekkirî çêke ji bo temamê dahatên rayedarên Hewlêr û Silêmaniyê. Li gorî wê Hewlêr wê bi rêya şirketa delwetê SOMO´yê 400 hezar varîlan rojane bifiroşe. 

Heger rayedarên PDK´ê û mala Barzaniyan vê pêşniyazê erê bikin, wiha diyar e ku pirsgirêkên bidceyê di navbera Baxda û Hewlêrê de wê nemînin. Di heman demê de em dikarin li bendê bin ku qanûna neft û gazê ya nû jî li parlamena Iraqê bê erêkirin.

SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.