Ev peykerkên ji heriya sor a pijandî, îşaret bi seyan dikin. Li gorî lêkolînên li ser pîgmentan, li ser halê wan ê pêşî rengê spî hebûye. Li aliyê wan ê şepê jî bi nivîsa mîxî niuvîsek heye.
Ev peykerkên seyan piçûçik in: 5 santîmetreyan bilind in, 6.8 santîmetreyan dirêj in û 2.8 santîmetreyan jî fereh in.
Ew ji serdema Neo-Asûrî mane. Li gorî arkeologan ew ji beriya mîladê sala 645´an mane. Ew li Qesra Bakur a Nînovayê hatine dîtin.
Li ser wan jî bi kiteyên mîxî wiha hatiye nivîsîn: ê tamtallik epuş paka! Maneya wê besît e, esas weke şîreteke li kûçikan xuya dike: Nefikire, gez bike! Lê helbet ev şîreta ku weke ku li kûçikan hatibe kirin, şîreteke li mirovan e: Ji bo ku hûn di pratîkê de karî xwe bikin, zêde xwe bi fikr û mitaleyan dereng nehêlin.
Na na, ev peyker ne li muzexaneyeke Mûsil yan jî Bexdayê ne. Ew li British Museumê yanî li Londonê ye; hîna di destê dizên xwe de ne.
Wêne: Yedîemînên British Museumê
NAVENDA NÛÇEYAN