- Gerîlayên Kurdistanê, tevî ku hezar û 48 caran sûcên şer kirin jî dewleta Tirk a dagirker mehkûmî têkçûnê kirin. Gerîlayan bi 1712 çalakiyan 928 dagirker kuştin.
Li gorî bîlançoya şer a sala 2023’yan a Fermandariya Biryargeha NPG’ê, gerîlayan bi 1712 çalakiyan 928 dagirker kuştine. Dijminê Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker jî 2 hezar û 969 caran êriş kir, di nava van êrişan de yên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî hebûn. Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker û şer de 179 gerîla şehîd bûn.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bîlançoya şer a sala 2023’yan eşkere kir. NPG´ê biryara çalakçî nekirinê ya piştî erdheja 6´ê Sibatê jî bi bîr xist û got, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, sala 2023’yan kirine sala berxwedaneke mezin.
NPG´ê got, “Dewleta Tirk a mêtinger û qirker û rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst xwest ku sala 2023’yan ku salvegera 100’emîn a damezrandina Komara Tirkiyeyê ye, siyaseta xwe ya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bigihîne encamê, Kurd û Kurdîtiyê bi temamî tesfiye bike û bi vî rengî bikeve sedsala xwe ya duyemîn. Ji bo vê armanca xwe di çarçoveya “Plana Hilweşandinê” de ji sala 2015’an ve derfetên di destê xwe de, teknîka şer û piştgiriya NATO’yê hemû seferber kir. Bi rengekî eşkere qirkirin pêk anî û gelek sûcên şer kirin. Her tiştê ku ji dest hat, kir. Bi vê armancê li her eyaleta Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, dewleta Tirk bê navber êriş kirin. Dewleta Tirk li ser vî bingehî ketiye sala 2023’yan.
Biryara çalakî nekirinê
Sala 2023’an bi dilsoziya bi Rêbertî û şehîdan re, biryardariyeke mezin, bi baweriya ji serketinê, di taktîkê de zelal bûyî û bi baldariya li ser armanca xwe pêşwazî kiriye. Gerîla operasyonên şoreşgerî yên piralî plan kiribûn, 6’ê Sibata 2023’yan erdehejeke mezin a ku navenda wê Mereş – Bazarcix [Markaz] bû, çêbû. Bi deh hezaran mirovên me can dan, bi rojan di bin kavilan de man. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst bi hewara mirovên me ve neçûn. Rêveberiya Tevgera me, Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK’ê 9’ê Sibata 2023’an bang li hemû hêzên me kir da ku bikevin pozîsyona çalakînekirinê. Hêzên me guh dan vê biryar û perspektîfê. Lê rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst di polîtîkaya şer de israr kir. Li hemû eyaletan êrişên xwe domandin. Di van êrişan de bi giştî 32 hevalên me hatin şehîdkirin. Piştî 13’ê Hezîranê pêvajoya çalakînekirinê bi temamî bêwate bû û bersiva wê ya pratîkî nebû, kewma bi dawî bû.
PDK´ê piştgirî da dagirkeriyê
Rejîma faşîst ji bo pêşxistina konsepta êrişa sala 2023’yan a li dijî gelê Kurd, xeta hevkariya Kurd û derfetên Tirkiyeyê hemû li ser hev bi kar anîn. Li ser vî bingehî 14’ê Tîrmehê li devera Kurojahro ya Zapê, 19’ê Tîrmehê bi piştgirî û hevkariya PDK’ê li qada Girê Ortê ya Metînayê, 20’ê Tîrmehê li qada Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşa dagirkerî da destpêkirin. Lê li vir planên dagirkeriyê pêk neanîn. Hema bibêje her roj derb li ser derbê ji gerîla xwarin. Artêşa dagirker ji bo ku vê têkçûn û xitimîna xwe derbas bike, fermandariya tevgera dagirkeriyê ji wezîfeyê girt û dest bi pêngavên nû kir. Roja 9’ê Îlonê hewl da êrişa xwe ya dagirkeriyê ji xeta Girê Amediyê belavî Metînayê bike. Ji 7’ê Cotmehê û vir ve jî li cihên stratejîk ên herêma Barzanê bi cih bû ku hêzên me li wir nebûn. Bi vî rengî di êrişa dagirkeriyê de gaveke din jî avêt. Ev pêngava dewleta Tirk, nîşan da ye ku derdê wî dagirkirina tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. PDK’ê jî eşkere piştgirî da van êrişan, bi dijmin re hevkarî kir.
Dîtin gerîla çiqasî bi hêz e
Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrişên dijmin, li Dêrsimê bi Yaşar Botanan, li Botanê bi Leyla Sorxwîn Amed, Rojbîn Dersim, Mîrza Bargiran û Bengîn Barmaniyan, li Serhedê bi Hejar Zozan, Şoreş û Deyndaran, li Mêrdînê bi Canşêr Maku, Destan Botan û Gulbahar Mercanan, li Cîloyê bi Alîşêr Întîkaman, li Amedê bi Xemgîn Serhat, Axîn Mûş û Dilgeş Gûzereşiyan, li Garzanê bi Rêdûr Sîser û Ardem Araratan; bi berxwedanên destanî û dîrokî şehîd dan û sala 2023’yan li Bakurê Kurdistanê veguherand sala berxwedaneke mezin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bi pêşengiya Sînan Dijwar, Asya Kanîreş, Nûdem Sîdar, Rojhat Hebeş, Herekol Botan, Devrîm Garzan û Doga Viyanan di asta lehengiyê de bi berxwedaneke mezin şerê azadiyê meşand. 1’ê Cotmeha 2023’yan fedayiyên Tabura Nemiran, hevrê Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn li paytexta dewleta Tirk Enqereyê û tam di dilê Enqereyê de çalakiyeke dîrokî kirin, rejîma AKP-MHP’ê faşîst hejandin û derewên çeperê şerê taybet bi erdê re kirin yek. Nîşanî dost û dijmin dan ku gerîlayên fedayî yên Apoyî xwedî çi hêzê ne.
Çalakiya dîrokî ya hevrê Rojhat û Erdal moral, îrade, hêz û xwesteke têkoşînê ya mezin da her kesî. Di Cotmehê de hêzên me asteke şer a pitr cidî nîşan da. Bi zivistanê re Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Xakurkê û Metînayê operasyonên şoreşgerî yên serketî kirin. Çalakiyên bi bandor di tevahiya salê de bi rengekî bê navber dewam kirin. Vê yekê nîşan daye ku dewleta Tirk mehkûmî têkçûnê ye.
Di têkoşîna sala 2023’an de 75 hevrêyên me li Bakurê Kurdistanê, 104 hevrêyên me jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi giştî 179 hevrêyên me şehîd bûn. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê fedayî yê Apoyî pîlanên dijmin pûç kirin.”
Bîlançoya şer a 2023´yan
NPG´ê bîlançoya şer a sala 2023´yan jî eşkere kir. Li gorî vê:
Gerîlayan bi giştî 1712 çalakirî kirine:
Çalakiyên kemînê: 4
Çalakiyên êrişê: 6
Operasyonên şoreşgerî: 6
Çalakiyên xweberdana nav dijmin: 7
Çalakiyên gerîla yên koordînekirî: 31
Çalakiyên sabotajê: 39
Çalakiyên sekvaniyê: 246
Çalakiyên çekên giran: 766
Çalakiyên şer-derblêdanê-destwerdanê: 607
928 dagirker hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya NPG´ê di van çalakiyan de 928 dagirker hatine kuştin û 7 ji wan payebilind û 2 jî elemanên kontra bûne. Wekî din 128 leşkerên dagirkeran jî birîndar bûne.
Hezar û 48 caran sûcên şer
NPG´ê da zanîn ku ji 2 hezar û 969 êrişên dagirkeran, 1038 bi teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî bûne û 9 jî bi bombeyên taktîk nukleer hatine kirin. Yanî dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayan 1048 sûcên şer kirine.
NPG´ê da zanîn ku di van êrişan de 179 gerîla şehîd bûne, 2 gerîla jî dîl ketine destê dijmin.
BEHDÎNAN