Ne weke xwe ye!

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 11 Kanûn 2021 - 06:05

Li kamerayekê bifikirin ku mezinahiya wê bi qasî liba xwê be. Piştî wê jî bifikirin ka wê resmê wê çi qasî baş bin. 

Axir di xeyalê de we çi kir nizanim, lê lêkolerên li Zanîngeha Princtonê ya li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, kamera/wênegireke bi qasî liba xwê çêkir. Pê wêne jî girtin. Bi xêra 1.6 milyon nuqteyên weke gindorkên piçûçik, wêneyên gelekî bi kalîte girtin. Ji bo ku mirov rehet fêm bike, vê kamerayê wêneyên ku kalîteya wan bi qasî ya kamerayên ji wê nîvmilyon caran mezintir baş bû. Yanî ev wênegira ku ji tiştekî weke slîkonê hatiye çêkirin, ne weke xwe ye.

Bi ser halan de, kamera software bi kar tîne da ku dîtina xwe û fokusa xwe baştir bike, yanî “machine learning (hînbûna mekîneyê)” dike.

Bi vê bejna xwe ewê karibe di nava bedena mirov de ji bo naskirina bedenê, nexweşiyan û gelek tiştan.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.