Ne sîxur lê muxalif bûne

Sêşem 16 Sibat 2021 - 00:19

Yekem rûniştina kesên li Behdînan hatine binçavkirin, li dadgeha Hewlêrê pêk hat. Dosyaya kesên hatine binçavkirin ji dadgeha lêkolînêr re hate şandin.

Li Hewlêrê yekem rûniştina 17 mamoste, aktivîst û rojnamevanên li Herêma Behdînanê ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, pêk hat.

Parêzerê mamosta Bedel Berwarî, Aso Haşim li ber derê dadgehê daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Piştî ku ti delîl li ser wan nehatin girtin, dosyaya Bedel Berwarî û rojnamevan Umêd Beroşkî şandine dadgeha lêkolînê. Me xwest Berwarî û hevalên wî werin berdan. Ev kes bi hinceta rûxandina hikûmetê hatine girtin. Gelek ji wan jî bi hinceta teşwîqkirina xelkê ya ji bo xwepêşandanê hatine girtin. Heta niha jî nehiştine kesên hatine girtin û parêzerên wan parastina xwe bikin.”

Parêzer Aso Haşim got, li ber derê dadgehê hêzeke mezin a leşkerî hatibû bicihkirin, ti roleke dozgerê gitşî jî nebû, pêwîst bû bê alîbûya. Rûniştina dadgehê ji bo sibe hate taloq kirin.

Hêjayî gotinê ye Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Çarşemê di daxuyaniyeke xwe de îdîa kiribû ku rojnamevan, mamoste, rewşenbîr û çalakgerên li Behdînan hatine girtin sîxurtiya hêzên biyanî dikin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.