Ne şer lê yekîtiya neteweyî

În 11 Hezîran 2021 - 16:30

  • Hunermendan ji PDK´ê xwest ji herêmên gerîla vekişe, helwêstê nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk bide û ji bo yekîtiya neteweyî gavê biavêje.

Hunermendên Kurd ên li Ewrûpayê, doh li Kolnê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û helwêsta hevkariya pê re ya PDK´ê da. Hunermendan bi dengekî bilind ji "şerê Kurdan li dijî Kurdan" re got, na. Hunermendan xwest PDK li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibe xwedî helwêst û ji bo yekîtiya neteweyî gavê biavêje.
Hunermend li bajarê Elmanyayê Kolnê hatin cem hev. Li vir daxuyaniya TEV-ÇAND´ê hat xwendin. TEV-ÇAND´ê got, "PDK hêzên xwe yên taybet bi kar tîne, dixwaze dagirkeriya dewleta Tirk rewa bike û têkoşîna hêzên gerîla jî asteng bike. Em weke hunermendên Kurd dibêjin, divê PDK´ê tavilê hêzên xwe ji herêmên gerîla bikişîne, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bibe xwedî helwêst û ji bo yekîtiya neteweyî gavê biavêje."
Di dema daxuyaniyê de Hozan Seyidxan, Ganî Nar, Hozan Comerd, Cewad Merwanî, Hozan Şemdîn, Peywan Arjîn, Hekim Sefkan, Deniz Deman, Tulay Şahmaran, Zozan Zûdem, Binevş Roj, Ersin Çelik, Mustafa Şahin, Beser Şahin, Bülent Turan, Sosin, Şivan Perwer Kakşar Oremar, Serhat Med, Memo Gul, Ali İkizer, Nelbest Abdullah, Amele, Şîrîn, Pêrî, Ali Zulfikar amade bûn. KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.