• Di şêwrê de şerê Kurdan bi Kurdan re hat heramkirin, tevahiya hewldanên şerekî wisa jî hatin rûreşkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yekîtiya Parlamenteran a Kurdistanê (KPU) bi hevkarî Şêwra Bipêşxistina Diyaloga Navxweyî li dar xist. Di şêwra online a pêr de ji gelek deverên dinyayê nûnerên sazî û partiyên Kurdistanî beşdar bûn. Berê awirên şêwrê li ser nakokiya hatî ber şer a di navbera PDK û PKK´ê de bû. Di şêwrê de biryar hat dayîn tavilê hewldan dest pê bikin da ku kanalên diyalogê vebin û lihevnekirin bên çareserkirin.

Di şêwrê de şerê Kurdan bi Kurdan re hat heramkirin, tevahiya hewldanên şerekî wisa jî hatin rûreşkirin. Ji bo vê, banga vekirina rêya diyalogê hat kirin. KNK û KPU´yê biryar da komîteyek ji bo misogerkirina vê diyalogê bê avakirin û bixebite.

Di şêwrê de hat gotin, "Kuştina xwişk û birayan weke jehrê ye. Yên ku bişikin wê dîsa Kurd bin. Gava em hewl didin pirsgirêkên bi dagirkerên Kurdistanê re çareser bikin jî em banga diyalogê dikin, çima di nava xwe de em şer bikin?"

Xisûseke din a derketî pêş jî dikare wiha bê formulekirin: PKK bila rêzê ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê re bigire. Hikûmeta Başûrê Kurdistnê û partiyên wê jî divê rêzê bigirin ji tevgerên din re ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin.

Di şêwrê de hevseroka KNK´ê Zeyneb Murad, endamaê mekteba siyasî ya YNK´ê Seîd Ehmed Pîre, Hevseroka KCD´ê Leyla Guven, ji PDK-Îranê M. Saleh Qadrî, Hevserokê KONGRA GEL Remzi Kartal, Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mezlûm Ebdî, Hevseroka MSD´ê Îlham Ehmed, Hevserokê berê yê PYD´ê Salih Muslim peyivîn.

NAVENDA NÛÇEYAN