Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo aloziya li Başûrê Kurdistanê bi dawî bibe maseyeke krîzê ava kir. Hevserokê KNKʼê Ehmed Karamus der barê şerekî muhmel de got, wê tenê Kurd bixisirin û wê tenê dagirker kêfxweş bibin. Pêvajoyeke nazik e. Destketiyên me di tehlûkê de ne. Divê her kes xwe ji daxuyaniyên provakatîf dûr bike û ji bo yekîtî û diyalogê çi ji destê kê bê bike.”
Karamus bi taybetî bang li partî, rêxistin û saziyên li Başûrê Kurdistanê kir û got: “Divê destûra şerekî navxweyî, şerê nava birayan neyê dayîn. Em hemû bi hev re xwedî li destketiyên xwe derkevin.”
Di demeke nêz de wê bi serokatiya Karamus heyetek biçe Başûrê Kurdistanê hevdîtinan bike. Karamus da zanîn wê bi payebilindên partiyan hemûyan re konferansekê pêk bînin û bi vî awayî hewl bidin zemînê şer ji holê rakin.
Karamus hin daxuyaniyên rayedarên Başûrê Kurdistanê rexne kir û got, hewl didin PKK, HPG û KCKʼê mîna aliyê şerxwaz nîşan bidin, lê li beramberî vê, ji bo hebûna dewleta Tirk li herêmê û provakasyonên wê gotinekê tenê nabêjin.

NAVENDA NÛÇEYAN