Ne merhemet lê edalet!

Duşem 15 Tebax 2022 - 21:09

  • Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê doh bi malbata Şenyaşar re nobet girt. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê doh bi malbata Şenyaşar re nobet girt. Berdevkê Demê yê Platformê, Gokhan Dayik di çalakiyê de got, “Daxwaza malbatê ne merhemet lê edalet e.” 

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de li navçeya Rihayê Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Dayê Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo kujer bên girtin û dadgehkirin, di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kir. Çalakiya malbatê di roja 526’an de dewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar doh tenê nebûn. Lê polêsan nehişt ku dayik û kurê wê li sîberê rûnin. Ew tevî endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. Endamên platformê tevahiya rojê bi malbatê re nobet girtin. 

Berdevkê Demê yê Platformê Gokhan Dayik di çalakiyê de got, ew bi malbatê re ne: “Bi awayekî derhiqûqî li malbatê qedexe kirin ku bikevin avahiya edliyeyê. Divê ne qedexeyan, daxwaza edaletê ya malbatê pêk bînin.

Daxwaza malbatê pirr eşkere ye. Divê nepeniya li ser dosyaya nexweşxaneyê were rakirin, faîl bên dadgehkirin û Fadil Şenyaşar ê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, were berdan. Daxwaza malbatê ne merhemet lê edalet e. Eşkere ye ku zexta siyasî û hesabên cuda li ser dosyayê hene.” 

Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku li holê bêhiqûqiyek heye û ev tişt anî ziman: “Her kes vê zilmê dibîne. Edalet pêk nehatiye, lewma zilm jî dewam dike. Zext wê nekaribin me têk bibin. Heta ku edalet pêk tê jî em ê li pêşiya edliyeyê bin.”

MA/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.