• Bi pêşengiya Malbenda Germiyan a Hizba Komunîst a Kurdistanê, çalakiyek nerazîbûnê hate lidarxistin. 

Bi pêşengiya Malbenda Germiyan a Hizba Komunîst a Kurdistanê, çalakiyek nerazîbûnê hate lidarxistin. Di çalakiyê de giranbûna buhayê sotemenî, xurek û nedana mûçe ya di dema xwe de hate şermezarkirin.

Di çalakiya li ber derê avahiya Îdareya Germiyanê de daxuyaniyek derbarê hate dayîn. 

Hizba Komunîst got, “Divê zêdetir piştgiriyê bidin malbatên şehîdan, divê cûdahî di nava malbatên şehîdan de neyê kirin. Ezmûna Herêma Kurdistan ku berhema têkoşîna gelê me ye, mafê kesî nîne ji ber berjewendiyên xwe yên hizbî bi çarenûsa gel bilîze. Divê di şêwaza rêveberiyê de reform werin kirin, ji bo vê, divê zûzûka nirxê baca li ser welatiyan were kêmkirin. Divê aliyên peywendidar tavilê buhayê kirê, yê avê û ceyranê kêm bikin.” 

ROJNEWS/GERMIYAN