Doktorê diranan Azad Tok, bi xizmeta xwe ya li Mexmûrê serbilind e û dibêje ew ê heta jê tê xizmeta miletê xwe bike.

ARMANC HEREKOL

Doktorê diranan Azad Tok xizmeta penaberan dike li wargeha Mexmûrê. Ew wiha behsa serpêhatiya xwe dike: “Ev 26 sal in, ez di nava civaka Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) de dimînim û ez li nava vê civakê mezin bûme. Min dibistana xwe ya seretayî heta amadeyî li wargehê xwend. Wek zarokek penaber ti hêviyên min û xeyalên min nebûn ku ez rojekê dibistanê biqedînim yan jî bibim doktor.”

Ew bi bîr dixe ku derfetên wan pirr kêm bûn û zarokên penaber ji ber wê pir zehmetî dikiţandin, û paţę wiha dewam dike: “Dibistanên me xirabûyî, mamosteyên me kêm û derfetên me nebûn. Lê ruxmê wê jî di nava zor û zehmetiyan de, min dibistana xwe qedand û ji bo zanîngehê çûm Hewlêrê. Zehmetiyên û kêmderfetî li zanîngehê hîn zêdetir bûn. Ji ber ku ziman û mirovên cudatir hebûn. Vê yekê psîkolojîk tesîr li me kir. Me derfet nebû ku em jî weke xwendkarên Hewlêrî di rêjeya herî jor de bixwînin, ji ber wê me xwe cuda hîs dikir û cuda didan hîskirin.” 

Wî xwestiye doktoriya giştî bixwîne, lê puwanên wê têra vê nekirine. Gava ku pê hisiyaye li wargehê pirsgirêka dev û didanan heye, wî doktoriya didanan xwendiye û qedandiye. Piţtî wę jî tę wargehę ű xizmeta xelkę xwe dike: “Piştî ku min qedand û ez bûm doxtorek yê didanan, êdî min xwest ji bo gel kar bikim. Derfetên min ên aborî jî kêm bûn, lê bi alikariya malbat û hevalên xwe, min kilînîkeke didanan vekir. Em pirr pê keyfxweş in ku di wan şert û mercên penaberiyê de em gihiştin vê astê û em dikarin ji bo gelê xwe bi taybetî gelê ku em dayîn xwendin, xizmetê bikin.”

Xizmeta derveyî wargehê jî dike

Ew ji helwêsta xelkê beramberî wî razî ye. Lê nexweţęn wî ji derveyî wargehę jî tęn: “Ji derve jî nexweş tên gel me. Mînak, ji navçeya Mexmûrê û heta ji Hewlêrê jî xelk tê û em pirsgirêka dev û didanên wan çareser dikin. Sedema hatina wan a li gel me ew e ku em di warê paqijiyê, karkirina baţ û aboriyê de bi kêra wan tên. Li gorî me armanca yekemîn ne pere ye, nexweşên ku tên gel me dema di aliyê aborî de zehmetiyan dikêşin, em dibin alîkar. Gelek nexweşên ku rewşa aboriya wan ne baş be, me bê pere ew derman kirine.”

Azad Tok ambargoya asayîşa PDK’ê jî bi bîr dixe û dibêje, “Bê guman bandoreke mezin li ser kar û xebatê me û li miletê me kiriye. Nexweşên giran û kironîk, jinên ducanî û nexweşên lezgîn di seytereyên PDK’ê de têne rawestandin. Karker û xwendevan nikarin biçin dibistanan û cihên xwe yên kar. Gelek ciwanên me ên ku ji bo debara xwe li Hewlêrê kar dikin, dibin nezaretê û wan digirin. Ev bivê nevê pîskolojî û aboriya xelkê xira dike. Li ser me doktoran jî bandoreke mezin çêbûye, amûrên ku di destê me de ne têra me nakin. Her wiha ji ber ku rê nîne em biçin pêdiviyên xwe peyda bikin, derman kêm in.”

Doktorê diranan Azad Tok, bi xizmeta xwe serbilind e û dibêje ew ê heta jê tê xizmeta miletê xwe bike.