Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku îdianameya Kobanê ne metnek hiqûqî ye, argumana tasfiyekirina kurdan a ji siyasetê ye û got: “Ya ku were darizandin ne HDP ye, AKP û dûvikên wê ne.”
Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de der barê 108 siyasetmedaran de bi îdiaya “Bûyerên Kobanê” îdianameyek dirêj a Kobanê hat amadekirin. Di îdianameyê de der barê siyasetmedaran de bi hezaran sal cezayê zîndankirinê tê xwestin. Îdianame li dijî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) weke pêngevekê tê şîrovekirin. Her wiha bi îdianameyê tê xwestin ku girtina HDP’ê bikeve rojeva MHP’ê û AKP û MHP di navbera xwe de HDP’ê bigirin.
Cîgira Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji bo îdianameyê gotina “virtûvala” bi kar anî û weke argumaneke tesfiyekirina siyaseta Kurd destnîşan kir û got; Yên hatine kuştin em in, yên tên sûcdarkirin jî em in.
Beştaş di vê çarçoveyê de jî got, divê ne HDP, lê AKP were darizandin.
MA/ENQERE