Beqekî mezin li eyaleta Queenslandê ya Awustralyayê hatiye dîtin. Ev beqê qamîşan 25 santîmetreyan dirêj û 2 kîlogram û 700 graman jî giran e. Yanî ew 6 caran ji beqên din ên qamîşan mezintir e. Lê li dinyayê cûreyekî beqan heye ku jixwe evqasî mezin û heta mezintir e: Beqê Goliath - yan jî ilmî Conraua Goliath. Ev cûreyê beqan tenê li welatên rojava yên Efrîkayê Kamerûn û Gîneya Ekwatorê hene. Mala wan jî çemên bilez diherikin in. Ew heta bi 32 santîmetreyan dirêj dibin û giraniya wan jî dibe 3 kîlogram û 300 gram. Lê ew ji bilî çend çemên van herdu welatan, li devereke din a dinyayê nînin. Sedema wê jî ew e ku kermasiyên wan tenê cûreyekî giyayê avê dixwin û ew giya jî li ber sûlavkan û çemên bi şek çêdibin.
Ev cûre dikare xwe heta bi 3 metreyan bi carekê xwe ber bi pêş ve çeng bike. Û ev beq bêdeng in, lewma berçîçeqeke wan a deng nîne ya ku pê deng derbixin. Yanî ew cûreyê beq ê ti çîrokê de dixwest weke ga mezin bibe, ne ev cûre ye.
Ev cûre beriya 250 milyon salan peyda bûye, lê îro roj ew jî ji wan cûreyên heywanan e ku li ber nemanê ye.
Wêne: Ji malpera https://animals.sandiegozoo.org/ hatin wergirtin.
NAVENDA NÛÇEYAN