Ne di berjewendiya Sûriyeyê de ye

Sêşem 10 Îlon 2024 - 00:49

Endama Desteya Serokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zelal Ceger krîza li Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku derbasbûna alozî û krîzan bi diyalogê pêkan e. Zelal Ceger derbarê nêzîkbûna rejîma Şamê û dewleta Tirk de ji ajansa NÛJINHA’yê re axivî û wiha got:’’Piştî zêdetirî 13 salan ji krîza Sûriyê gelek nîqaş û nêzîkatî di navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de hene. Her aliyek berjewendî û armancên xwe bêyî gelê Sûriyê bifikirin pêk tîne. Tişta Rûsya ji Tirkiyê re dike ji bo berjewendiya xwe dike ne ku ji bo gelê Sûriyê ye. Nêzîkatiyên vê dawiyê qet ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye. Ji ber vê yekê divê hikûmeta Şamê van nêzbûnan heta derketina dewleta Tirk a dagirker ji xakên dagir kirine qebûl neke.Her wiha divê diyalog di navbera Hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hebe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em li gor fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya li ser yekîtiya gelan û jiyana ewle dimeşin. Her wiha têkiliyên xwe yên dîplomatîk li derve û hundir pêş dixin û hewil didin destkeftiyên şoreşê biparêzin. Gelê me dibîne ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê berdewam in. Tenê ji bo aboriya herêmê lawaz bike komkujiyan pêk tîne û binesaziyan hedef digre. Ji bo ku bêje ku ev rêveberî nikare herêmê birêve bibe û fitneyê derxîne. Ji ber vê yekê divê gel hişyar be û ji şerê taybet re jî hişyar be. Li ser vê bingehê divê gel amade be li hember van hemû zehmetiyan rûbirû be.

NÛJINHA/SÎBÎLYA EL ÎBRAHÎM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.