Ne 1 û ne 2 tam 50 hezar

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 19 Cotmeh 2020 - 02:30

  • Mehmet Oncu di çar bergan de 50 hezar gotinên pêşiyan ên bi Kurdî berhev kirin û ji weşanên Sîtav derxistin. Wî di kitêba xwe de cih da çîroka 2 hezar gotinên pêşiyan jî.

Weşanên Sîtav li ser gotinên pêşiyan, bi heman navî kitêbeke ji 4 bergan weşand. Di kitêbê de Mehmet Oncu 50 hezar gotinên pêşiyan û 2 hezar çîrokên wan bi cih kirine.
Gotinan Pêşiyan a nivîskar û lêkolîner Mehmet Oncu, ji aliyê Weşanaxeneya Sîtavê ve hate weşandin. Em behsa hezar û diduyan nakin, tam 50 hezar gotinên pêşiyan di çar bergan de. Bi vî rengî ew ferhenga herî berfireh a gotinên pêşiyan ên bi Kurdî ye. Ji van 50 hezar gotinên pêşiyan, qederê 30 hezarî nivîskar Mehmet Oncu li meydanê berhev kirine.

Qederê 5 hezar rûpelan

Berhem ji 4 bergan pêk tê. Her bergek di navbera 1214 û 1248 rûpelan de ye.
Gotinên pêşiyan li gorî beşan hatine sinifandin. Kitêb bi giştî ji 235 beşan pêk tê. Weke mînak, beşên gotinên pêşîyan yên li ser jinan, gotinên pêşîyan yên li ser mêrxasiyê, gotinên pêşîyan yên qencî û xirabîyê û hwd. di kitêbê de hene.
Di berhemê de zêdetirî 2 hezar çîrokên gotinên pêşiyan jî cih digirin.
Di berhemê de zêdetirî 4 hezar peyvên ku zêde nayên zanîn, yan jî di ferhengan de cih nagirin bi dîpnotan hatine şirovekirin.

Ji yên berê bihurand

Di Kurmanciyê de gotinên pêşiyan berê jî hatibûn berhevkirin. Em behsa yên di Hawarê de yan jî yên Ordîxan û Celîlê Celîl berhevkirî jî nakin. Di van 20-25 salên dawî de, mesela Amed Tigris di kitêba xwe de 6762 gotinên pêşiyan berhev kirin. Bilal Hesen jî pirraniya wan ji Çiyayê Kurmênc bêhtirî 5 hezar gotinên pêşiyan di bergê diduyê yê kitêba xwe ya bi navê Wêjeya Gel de berhev kiribûn. Abdurrahman Aydogdu jî gotinên peşiyan ji 2012’an heta 2014’an berhev kiribûn û weşandibûn. Çiya Mazî jî kitêbeke gotinên pêşiyan weşandibû. Occo Mahabad jî Gotinên Pêşiyan û Nifirên Kurdan weke kitîb ji weşanên J&J derxistibû. Jixwe Mehmet Oncu bi xwe jî 101 gotinên pêşiyan û çîrokên wan ji weşanên Nûbihar berê derxistibû.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.