• Hêzên taybet ên PDKʼê dixwazin bikevin herêma Rençbiraxê. Ev bibe îhtîmala şerekî xurt dibe. Ji bo pêşîgirtina li şerekî ciwanên Kurd xwestin weke mertalê zindî biçin Qendîlê lê hatin astengkirin. Beşdar jî dibêjin, bi vê jî xuya dike ku biryarek şer hatiye dayîn û naxwazin kes bibîne.

Dewleta Tirk ketiye gelek deverên Başûrê Kurdistanê û ji bo vê dagirkeriya xwe rewa jî bike beşek ji serkirdeyên PDKʼê daye cem xwe. Dewleta Tirk bi destê PDKʼê dixwaze hem hebûna xwe rewa bike û hem jî dor li gerîlayên di nava şer de bigire. Ji bo şerek bi navê şerê Kurd û Kurd nebe hewldan hene. Fikarên Kurdistaniyan hene. Ji bo vê jî ciwanan xwest biçin herêma Qendîlê û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin, lê hatin astengkirin. Komek endamên Şandeya Aştiyê ku ji Ewropayê hatibûn û li Başûr hevdîtinan dikin jî, xwestin piştgiriyê bidin çalakiyê, lê destura derbasbûna wan jî nehat dayîn.

Rê nedan tifaq û yekîtiyê

Tevgera Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li dijî Başûrê Kurdistanê didomin, plan dikirin doh li Qendîlê çalakiya “Mertalên Zindî” bidin destpêkirin.

Ji bo vê yekê komên ciwanan ji serê sibehê ve berê xwe dan Qendîlê. Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê ketin rê. Lê li seytereya dawî ya li bajarokê Sengeser hatin astengkirin. Tevî hewldanan hemûyan jî, rêya ciwanan nehat vekirin.

Li ser astengkirinê ciwanan xwestin ku bi meşê biçin Qendîlê, lê hêzên asayîşê mudaxele kirin û nehiştin biçin. Di dema mudaxeleyê de ciwanek bi sivikî birîndar bû. Her wiha rojnamevanên ku dixwestin bûyeran bişopînin jî, hatin astengkirin û hinekan lêdan xwarin. Beşdaran dan zanîn ku ew dixwazin şer rawestînin, naxwazin Kurd û Kurd şer bikin; yekîtî û tifaqê dixwazin, lê diyar e ku biryara şer dane.

PDK hêzê dişîne Rençbirax

Hêzên taybet ên PDK’ê, li herêma Zagrosê ya bi ser Herêma Kurdistana Federe ve amadekariyên operasyonê dikin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, hêzên taybet ên PDK’ê ku tevlî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistana Federe bûn, li herêma Zagrosê ya bi ser Herêma Kurdistana Federe ve amadekariyên operasyonê dikin. Tê ragihandin ku hêzên Gulan û Zerewanî yên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê li herêmên Sîda, Saca û Çemçoya girêdayî herêma Rençbirax a Zagrosê operasyonekê li dar bixin.

PDKʼê hêzên xwe yên taybet 5’ê Hezîranê şandibûn Metînayê û di êrişeke ser wesayîta zirxî de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn. Ev êrişa bi guman ku tê texmînkirin dewleta dewleta Tirk ji bo Kurdan bera hev bide bi balafiran kiribe.

NAVENDA NÛÇEYAN