Navenda çareseriyê Ocalan e

Çarşem 27 Îlon 2023 - 00:05

  • Ji parêzerên ewilî yên Rêber Abdullah Ocalan ê ku bi komployeke navneteweyî dîl hatibû girtin, Eren Keskîn got, tecrîda li Îmraliyê ji roja pêşî ve dest pê kiribû û ti îzaheta vê ya hiqûqî û mentiqî nîne. 

ESRA SOLÎN DAL / MA / STENBOL

Parêzer Eren Keskîn, 25 saliya komploya navneteweyî û qewimînên piştî anîna Rêber Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê nirxand. Keskîn, bi bîr xist ku dema Rêber Abdullah Ocalan revandine Tirkiyeyê, yek ji parêzerên wî yên ewilî ew bûye û got, “Em ji daxuyaniya Bulent Ecevît hîn bûn ku birêz Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê. Dema me ewilî bihîst, em hemû çûn pêşiya girtîgehan. Ji ber ku îhtîmala serhildaneke mezin hebû. Fikarên me hebûn. Her kes di şoqê de bû. Me digot; ‘Ji vir û şûn ve wê çi bi pirsgirêka Kurd bibe? Di mijara hiqûqî de wê çi were kirin?” 

Gelo tu bi me re yî? 

Di dewamê de Keskîn bi bîr xist ku di roja 5’an a dîlkirina birêz Abdullah Ocalan de Osman Baydemîr telefonî wê kiriye, xwestiye bi wê re hevdîtinê bike û wiha qala wê hevdîtinê kir: “Ji bo ku ti kes fêm neke em ji bo çi civiyane, em çûn restoraneke pirr luks. Rewşeke pêkenok bû. Ji ber ku cihê em çûbûnê cihê sosyeteyê bû. Me digot, li wir kesek me nas nake lewma em çûn wê derê. Em demeke pirr kin rûniştin. Osman tenê pirsa ‘gelo tu jî bi me re yî?’ kir. Min jî got; ‘erê.’ Ev qas. Piştre jî me ji bo civîna li Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) bang li hevalan kir. Cara ewilî, em 12 parêzer hatin gel hev. Rojekê piştre jî em çûn Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM).” 

Êrişên nijadperest pêk hatin 

Eren Keskîn, da zanîn ku piştî ku wan doz girte xwe, qet derfet çênebûn ku bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got:“Cara ewilî Hatîce Korkut û Ahmet Zekî Okçuoglû çûn hevdîtinê. Piştî hevdîtinê, me li Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê daxuyanî da. Dema daxuyanî dihat kirin, li derve komeke ji berê ve xwe birêxistin kiribû, li dijî me dirûşmên nîjadperest digotin, gef dixwarin û kevir diavêtin. Piştî daxuyaniyê, em çûn midûriyeta polêsan û me jê xwest ku me biparêze. Midûrê polêsan got; ‘hûn çawa hatibin bi heman awayî herin.’ Hevalekî din ê parêzer jî got; ‘Em li Konsolosxaneya Emerîkayê bigerin, bila ew me biparêzin.’ Li ser vê yekê ketin nava tirsê û em bi wesayîtên zirxî ji wir derxistin. Ev tehlûkeyeke mezin bû di ser me re bihurî.” 

Navendekê êriş organîze dikirin

Keskîn behsa piştî hingê kir, ka çawa medyaya Tirk ew kirine hedefa êrişan û got, “Li avahiya ez lê dimam, ji serî heta binî pankarta ‘çi bextewer e yê dibêje, ez Tirk im’ hatibû daliqandin. Me 6 mehan nekarî biçin malên xwe. Ewqas gefên kuştinê dihatin xwarin ku êdî di dawiya dawî de Taha Akyol di rojnameya Milliyetê de nivîsek nivîsand. Di nivîsa xwe de ji bo me digot; ‘Ew erka xwe ya parêzertiyê dikin. Êrişên li dijî wan xelet in.’ Piştî nivîsa Akyol, êriş hinekî sekinîn. Me piştre fêm kir ku ew êriş ji hêla navendekê ve dihatin birêxistinkirin.”  

Keskîn, da zanîn ku ji roja ewilî ve li Îmraliyê polîtîkayên tecrîdê lê bûn û got, “Vê tecrîdê jî bi hinceta ‘keştî xerabe ye’ dest pê kiribû. Roja me ya îro jî bi navê ‘cezayên disiplînê’ tê domandin. Tu îzaheteke vê rewşê ya hiqûqî û mentiqî nîne. Bêdengiya hiqûqa navneteweyî ya di vê mijarê de cihê rexneyê ye. Yên ji xwe re dibêjin, muxalif jî li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng in. Ji bilî siyaseta Kurd, ti partiya siyasî dengê xwe dernaxîne. Muxalefet û desthilatdarî xwedî heman zêhniyetê ne, lewma mirov vê bêdengiyê fêm dike. 

Dewlet pirsgirêk e Ocalan aktor e

Polîtîkayên tecrîdê dikin ku pirsgirêka Kurd hîn kûrtir bibe. Pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêkeke navneteweyî. Di çareserkirina pirsgirêka Kurd de birêz Ocalan aktorê herî mezin e. Bêdenghiştina aktor, tê wateya bêdengkirina gelê Kurd û çaresernekirina pirsgirêkê. Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê, dewlet bi xwe ye. Ji ber ku dewlet niha çareseriyê naxwaze, şer didome. Girtîngtirîn navenda vê çaresernekirinê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Heke tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, aştiyeke nû wê li vê xakê aj bide.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.