Navenda Çand û Hunerê ya Eyşe Şan vebû

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Sibat 2024 - 00:01

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopiyayê bi armanca 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li taxa Yeşîltepeyê ya Kolana Hunerê Navenda Çand û Hunerê ya Eyşê Şan vekir. Parlamenterên DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û Hevşaredarên Sîlopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavluk, rêxistina partiyê ya navçeyê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî merasîma vekirinê bûn.  

Di vekirina navenda çand û hunerê de Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zeki Îrmez axivî. Îrmez anî ziman ku Kurd îro li dijî hemû êriş û politikayên pişaftinê li ber xwe didin û got ku vekirina navenda çandê li dijî van êrişan bersiv e.  

Parlamantera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan jî destnîşanî pêvajoya çareseriyê kir û got ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina wan a dawî de destnîşanî giringiya zimanê dayikê kiriye û got: "Pêşketina ziman pêşketina nirxên civakî ye, ji ber wê divê ku em di her qadan de ji bo parastina ziman li ber xwe bidin. Di hevdîtina ku herî dawî de me bi birêz Abdullah Ocalan re kirî wiha dibêje,’ Ji bo ku em bikaribin zimanê xwe biaxivin me gelek tekoşin da, lê min beriya Kurdî axiftinê kiriye li vir Kurdî qedexe ye û em nikarin biaxivin, Kurdî li me qedexe dikin divê ku em li dijî wan tebikoşin’ ji ber wê divê ku em ji bo ziman tebikoşin. Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê me. 

Me tawîz nedaye û em ê nedin jî

Piştî axiftinan Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan wekî panelîst axivî. Fîdan piştre destnîşanî giringiya ziman kir û da zanîn ku ziman hebûna gelan e û gel nikarin beyî zimanê dayikê tebikoşin û got: "Heta niha ji bo ziman bedelên giran hatine dayin. Em hatine kuştin û hewl hatiye dayin ku bên tinekirin. Lê gelê Kurd di daxwaza xwe ya zimanê tu caran tawîz nedaye û dê nede. Kurd zimanê xwe weke nasname û hebûna xwe dibînin. Ji ber ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye di heman demê de wateya aştî, diyalog û yekîtiyê ye.”

Piştî axiftinan danîsina  pirtûka ‘Rabûna Berî li Gulberojan anatolojiya çîrok û hekbestên nivîskarên di zindanan de’ hate kirin û paşê pirtûk ji bo xwendevanan hate îmzekirin. 

Xalê Şêro derket ser dikê

Piştî panelê Ozcan Ateş bi karaktera Xalê Şêro Stand-Up derket ser dikê. Di lîstîkê de bal kişand li ser politikayên pişavtinê û qirkirina li ser ziman. Temaşevanan di temeşekirina Stand-Up de seatên kefxweş derbas kirin. 

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.