HPG'ê navên kuştiyan eşkere kirin

Pêncşem 2 Hezîran 2022 - 00:23

  • HPG'ê doh û pêr ragihand ku di operasyonên şoreşgerî yên hêzên wê de 59 dagirker hatine kuştin û 3 dagirker jî birîndar bûne. Gerîla çûn ser cenazeyên gelek dagirkeran û nasnameyên wan jî tesbît kirin.  

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyên xwe yên pêr û doh ragihand ku di Pêngava Şoreşgerî de 59 dagirker hatin kuştin. HPG´ê doh da zanîn ku hêzlên dagirker 50 caran bi balefirên şer û 17 caran bi sîlehên kîmyewî êrişî hêzên berxwedanê kiriye, lê nekariye pêiyê lê bigire ku hêzên gerîla 15 dagirkeran bikujin û yekî din jî birîndar bikin.  

HPG´ê di daxuyaniya xwe ya doh de kite bi kite wiha behsa çalakiyan kir: 

Li Herêma Avaşînê

Di 31’ê Gulanê de saet di navbera 11.25 û 11.50’an de dema ku dagirkeran xwest ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê werin, hêzên me bi çekên giran û sekvaniyê li wan da. Di van çalakiyan de 2 dagirker kuşin û dagirkerek jî birîndar bû. Dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Li Herêma Zapê

Di 30’ê Gulanê de saet di 12.00’an de hêzên me bi çekên giran 3 caran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro da. Li vir çepereke dagirkeran hat îmhakirin.

Di 31’ê Gulanê û 1’ê Hezîranê de hêzên me yên YJA-Starê bi sekvaniyê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Soran a girêdayî Qada Berxwedanê ya Karkerê da. Li vir 3 dagirker hatin kuştin.

Di 31’ê Gulanê de saet di 12.30’î de û di 1’ê Hezîranê de saet di 03.30’î de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên girêdayî Qada Berxwedanê ya Karkerê da û li vir herî kêm 3 dagirker hatin kuştin. Heman rojê destê sibehê, hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran dîsa li dagirkeran da.

Kontrayê Erebî û Kurdîaxêv

Di 31’ê Gulanê de saet di navbera 17.20 û 01.00’an de hêzên me yên YJA Starê 3 caran bi taktîka sabotajê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê xist. Di nav van dagirkeran de kontra hebûn. Ev kontra bi Erebî û bi devoka Bêhdînî ya Kurdî diaxivîn. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatin kuştin.

Di 31’ê Gulanê de saet di navbera 11.30 û 14.30’an de dagirkeran xwest bi teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bomberdûman bikin; Hêzên me 4 caran li wan da. Dagirker qedemeyekê vekişiyan.

 

Li Herêma Zê (Zapê)

Di 30’ê Gulanê de saet di 18.00 û di 31’ê Gulanê de saet di 11.00’an de dagirkeran dema ku xwest li dora çeperên şer ên Şehîd Şahîn a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin, hêzên me li wan da. Li vir 3 dagirker hatin kuştin.

Di 31’ê Gulanê de helîkopteran dema ku xwest leşkeran deynin dora çeperên şer ên Şehîd Leşker ên girêdayî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bûn hedefa hêzên me. Piştî mudaxeleyê dagirkeran nekarî leşkeran deynin û neçar man ji deverê biçin.

Çûn ser cenazeyan

Pêr jî HPG´ê da zanîn ku li herêmên berxwdana li dijî dagirkeriyê herî kêm 44 leşkerên dagirker hatine kuştin: “Dewleta Tirk a faşîst ku bi berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikare, bi sedan caran bi obusan, 28 caran bi çekên kîmyewî û 34 caran balafirên şer, çeperên berxwedanê yên hêzên me bombebaran kir.

Di encama çalakiyên tîmên me yên bi nîv-tevger ên bi performansa bilind a şer û bi ruhê fedaî yê Apoyî de; 44 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn, derbeke giran li helîkopterekê hat xistin, 3 kamerayên mobeseyê û kamerayeke termal hatine tinekirin.

Hêzên me çûne ser cenazeyên leşkerên artêşa Tirk a ku kuştiyên xwe tim vedişêre; dest dançn ser çekeke 1 MPT-66 û 2 şarjorên wê, 3 çekên ferdî yên MPT-55, zîncireke çeka BKC’yekê û 470 guleyên wê, 2 pakêt guleyên demançeyan, şarjoreke demançeyê, roketeke B-7, 20 kîlo teqemenî, 10 metre fitîl, funye, amrazeke teqandina mayinan, 3 çenteyên leşkerî, kamerayeke termal,  dûrbîneke şevê, îşaretkereke bi lazerê, 4 dûrbînên rojê, 4 guleyên bombeavêjê, qamayek, 2 telefonên destan (yek jê ya dagirkerê bi navê Ûgûr Dogrû ye), kamerayeke seriyan, pisûleyek, paneleke rojê ya portatîf û gelek zexîre û alavên tenduristiyê. Hêzên me yên gerîla çûne ser cenazeyên dagirkeran û nasnameyên binefserê biqidem Mevlût Çetîn, çawîşê pispor Yûnûs Eylîk, çawîşê pispor Ahmet Akpinar û Ûgûr Dogrû tesbît kirin.

Di şer de hevrêyên me Hêzil, Laşer û Seren bi ruhê fedaî şer kirin û şehîd bûne."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.