- Celal Ekîn got, “Bi destê qeyûman li bajarên Kurdistanê qirkirina çandî pêk tê. Ez vê projeyê wek dewama ‘Polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe’ pênase dikim.
EYLEM AKDAG/MEHMET GULEŞ / MA/AMED
Li ser daxwaza Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Tirk, tê xwestin ku navê Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li daristaneke nû ya li Çiyayê Çil Ezîzan (Qirkler Daxî) ê navçeya Sûra Amedê bikin. Xelkê Amedê, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Kurd li hember vê projeyê nerazîbûnê nîşan didin. Serokê Komeleya Çand û Huner a Dîcleyê Celal Ekîn û hunermend Rênçber Agirî nerazîbûn nîşanî navê Bahçelî da.
Celal Ekîn got, “Bi destê qeyûman li bajarên Kurdistanê qirkirina çandî pêk tê. Ez vê projeyê wek dewama ‘Polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe’ pênase dikim. Seranserî dîroka mirovahiyê tim wisa bûye; li aliyekî mêtinger û dagirker li aliyekî din jî gel û berxwedêr hene. Ziman, çand û rêûresmên vî gelî înkar kirin. Qeyûm navê saziyên çandê û yên saziyan hemûyan guhertin. Niha jî dixwazin bi navê Devlet Bahçelî polîtîkaya dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe, dewam bikin.”
Celal Ekîn bi bîr xist ku Çiyayê Çil Ezîzan di dîroka gelên herêmê û Amedê de xwedî cihekî girîng e, stranên li serê jî hîna di bîra gel de ne. Ekîn xwest li şûna navê Devlet Bahçelî, navê insanên ji bo Amedê û gelê wê bedena xwe dane yan jî nirxekî mîna Tahîr Elçî heye, bila navê wan li wir were kirin. Celal Ekîn da zanîn ku heta bikin ku biryara navê Bahçelî paş ve were kişandin.
Heqaret e li erdnîgariya me
Stranbêj Rênçber Agirî jî got, navê Bahçelî heqaret e: “Ev nav wê bandorê li tevahiya gelê herêmê bike. Beriya her tiştî lê kirina vî navê heqareta li dijî erdnîgriya me ye. Navê dijminê Kurdan li axa Kurdan dikin. Kurd wê ti carî vî navî qebûl nekin. Insanên li Kurdistanê, wê destûrê nedin vê yekê. Dixwazin bi vî navî nirxên gel tine bikin. Li Amedê navê gelek nivîskar, hunermend, dengbêj, rewşenbîr hene, bila navê wan lê bikin. Navê kuçe, meydan, kolan û deverên me diguherînin û navê dijminên Kurdan li wan dikin.
Dixwazin çand û nirxên me parçe û dabeş bikin û bikin malê xwe. Em ê her tim li ber navê Bahçelî rabin û qebûl nekin.”