Navbeynkariya QSD û Tirkiyeyê dikin

În 13 Hezîran 2025 - 03:05

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ew di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dikin û piştgiriya Fransayê ya ji bo Kurdan dubare kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bersiv da nameya Senator Pascal Savodelli ku di nameyê de dihate gotin, divê Fransa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tenê nehêle. Barrot anî ziman ku Fransa Kurdên Sûriyeyê diparêze û hewldanên xwe yên dîplomatîk ên ji bo aramiya li herêmê dewam dike.

Nameya Wezîr Barrot a ji bo Senator Savodelli bi vî rengî ye:

"Fransa rewşa Kurdên li Sûriyeyê -hevalbendên me yên dîrokî yên têkoşîna li dijî terorîzmê- bi baldariyeke taybet dişopîne. Zexta giran û bi xwîn a Beşar Esad a li ser gelê xwe, ku ji sala 2011'an û pê ve dewam kir, yekser bû sedem ku gefa terora DAÎŞ'ê zêde bibe. Li hemberî vê gefê, weke Fransa me di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê de li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk bê navber têkoşîn meşand. Di 8'ê Kanûna 2024'an de bi ketina rejîma Esad re li Sûriyeyê hêviyeke mezin afirî. Li Sûriyeya nû divê Kurd bi rengekî tam û welatiyên wekhev beşdarî jinûve avakirina civaka Sûriyeyê bibin, xwedî nasnameya xwe bin û bi taybetî jî mafên wan ên çandî bêne naskirin.

Her wiha em hewl didin entegrasyona Kurdên Sûriyeyî bi derdorên herêmî re misoger bikin. Di navbera Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rayedarên Tirk de me karekî navbeynkariyê kir. Di danûstandinên xwe yên bi rêk û pêk de em bang li rayedarên Tirk dikin ku kêmkirina rageşiyê teşwîq bikin, dawî li rewşa şer bînin, em bang li hemû aliyan dikin ku li gorî modûseke guncav a vivendi (rêyeke lihevkirinê) peyda bikin. Her wiha ji bo hevdîtinên navbera Kurdên Sûriyeyî û Kurdên li Iraqê hêsan bikin, em xebitîn."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.