• Artêşa Tirk a dagirker gundê Ereb Hesen ê Minbicê ev bû çendek sereqet topbaran dike. Doh di êrişa dewleta Tirk de du welatî şehîd bûn. 

Artêşa Tirk a dagirker gundê Ereb Hesen ê Minbicê ev bû çendek sereqet topbaran dike. Doh di êrişa dewleta Tirk de du welatî şehîd bûn. 

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di êrişa artêşa Tirk a dagirker a bi moşekan a li dijî gundê Ereb Hesen ê li bakurê bajarê Minbicê de du sivîl şehîd bûne. Gava navendê daxuyanî da topbaranê dewam dikir.

Arêtşa Tirk a dagirker doh temamê rojê gundên navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê û gundên kantona Şehbayê, bi dijwarî topbaran kirin. 

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa Tirk a dagirker gundên Şewarxa, Tat Maraş, Îrşadiyê û Tinib ên navçeya Şera, her wiha gundên Aqîbê, Sonxanekê, Bir Qas ên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Di heman demê de, dagirkeran gundê Kefer Entûn ê kantona Şehbayê jî topbaran kir.

Li Şehba û Efrînê, zêdetirî 100 guleyên obîs û hawanan li van gundên navbirî ketin.

Hate zanîn ku ji ber topbaranê li zeviyên gundiyan şewat derketiye, û tevahiya rojê ji ber dewamkirina topbaranê şewatê dewam kiriye.

ANHA/EFRÎN-MINBIC