NATO’yê dike hevparê dagirkeriyê

Pêncşem 26 Gulan 2022 - 21:15

  • Parlamenterên HDP’ê Sezai Temelli û Feleknas Uca, piştî Başûrê Kurdistanê li Londonê bûn.

DÎREN DÎCLE ERDEN / LONDON

Parlamenterên HDP’ê Sezai Temelli û Feleknas Uca, piştî Başûrê Kurdistanê li Londonê bûn. Piştî hevdîtinên li parlamena Ingilîstanê, ew li Navenda Civaka Kurd (KCC) tevlî civîna gel jî bûn. Piştre jî ew ji me re peyivîn. Sezaî Temellî got, piştî Başûr, niha şerekî dagirkeriyê li dijî Rojava jî li ber derî ye û wiha peyivî: “Rastiya ku sedema vê ye, dijminatiya bi rastî ya li dijî Kurdan e.” 

Temellî got, “Rejîm xitimiye. Şer rêya li ser piyan girtina wê ye. Erdoğan rabû dîsa Rojava kire hedef. Careke din da zanîn ku ew ê wê erda bi kûrahiya 30 kîlometreyî dagir bike û li wir bi cih bibe.”

Sedem dijminatiya 
li hemberî Kurdan e 

Temellî da zanîn ku ew ji berxwedana Kobanê ve li dijî desthilata faşîst li ber xwe didin û got, “Rastiya ku sedema vê biryara şer a desthilatê ye, dijminatiya bi rastî ya li dijî Kurdan e. Sedema vê dijminatiya beramberî Kurdan jî aqlê îtîhatdî ye. Ev aql senaryoya belavbûna li temamê Kurdistanê nû dike.” Temellî got xewna Osmaniya Nû ya dewleta Tirk li Kobanê hilweşiye, û sedema doza girtina HDP’ê jî ev hilweşîn û şikestin e. 

Temellî weke sedemeke din jî behsa kontrolkirina çavkaniyên enerjiyê dike û wiha dipeyive: “Tirkiye dixwaze NATO û Yekîtiya Ewrûpayê jî bike hevparê mêhtingeriya xwe. Sedema ku dewletên rojavayî hemû niha li wir bihêwrin, bicivin.” 

Çareserî Ocalan e

Temellî wekî din balê dibe ser veberhênanên li çekdarîkirinê yên Tirkiyeyê û dibêje, “Ji bo xwedîkirina sektora şer û sîlehan, israra di siyaseta şer de ye. Çareserî li Îmraliyê ye, Birêz Ocalan e. Ev çareseriya hevpar a gelan e. Halê hazir hewldana bêdengkirina wî tehlûkeyeke mezin e.

Ne mumkin e mirov Ocalan nebîne û vê meselê safî û hal bike.” 

Kembera Ereb û Selefî

Parlamenter Feleknas Uca jî elaqedarî mijarê bal bire ser 100 saliya Peymana Lozanê û got,“Dixwazin Lozaneke duyem bînin serê miletê Kurd. Lê Kurd ne Kurdên beriya bi 100 salan in. Berxwedan, bîrewerî û tevgera miletê Kurd heye. Erdogan nekarî pişta Kobanê bide erdê û ev jê re bû kul û derd. Ji ber vê yekê êrişî Rojava dike.”

Uca got, bi dagirkeriyê re dixwazin li Rojava Kurdan qir bikin û wiha peyivî: “Pîlanên qirêj li dijî Kurdan dimeşînin, bi wê yekê ku penaberên ji Sûrî bişînin deverên dagirkirî, kembereke Ereb û Selefî ava bikin. Kurd divê beramberî vê siyasetê hişyar bin. Em ê têkoşînê di vê pêvajoyê de mezin bikin. Em ê li dijî dijminatiya beramberî Kurdan û dagirkeriyê erdên xwe biparêzin. Em bi yekîtiyê, bêdengiyê nehêlin, û têkoşînê xurt bikin.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.