• Nasnameya 9 koçberên ji Başûrê Kurdistanê ku di 23’yê Kanûna 2021’an de di derya Ege de xeniqûbûn, hat eşkere kirin. 

Nasnameya 9 koçberên ji Başûrê Kurdistanê ku di 23’yê Kanûna 2021’an de di derya Ege de xeniqûbûn, hat eşkere kirin. Wê cenazeyên her 9 koçberan di rojên pêş de vegerînin Herêma Kurdistanê.

Nûnerê Dezgeha Lûtke yê Yewnanîstanê Şêx Hisên da zanîn wê cenazeyên çar koçberan  ji paytexta Yewnanîstan Atînayê were rêkirin û roja 29’ê Çile bigihe balefirxaneya Hewlêrê.

Her wiha Şêx Hisên diyarkir wê piştre cenazeyê pênc koçberên din jî roja 29’ê Çile ji Atînayê werin rêkirin û êvara 1’ê Sibata 2022’an bigihin balefirxaneya Hewlêrê.

Di 23’yê Kanûna 2021’an de keştiyek koçberan di deryaya Ege de binav bibû, dihat gotin ku nêzî 100 koçber di keştiyê de bûn. Wê demê cenazeyê van 9 koçberên ji Herêma Kurdistanê hatibûn dîtin û 57 koçber jî hatibûn rizgarkirin.

Yek ji wan koçberan jî Azhin Awder Rasul a 9 salî bû ku di wêneyê de xuya dike.  

SILÊMANÎ