Nasname û cilûberg

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 27 Çile 2021 - 00:04

Karen LaMonte hunermendeke peykertiraş e. Lê peykerên wê ewqasî ji rêzê nînin. Gava em behsa cil û nebûna berhemên wê dikin jî, em nabêjin illeh mucered e. Hin berhemên wê yên mucered hebin jî peykerên wê bi mijara xwe ne ji adetê ne. Gava mirov li peykerekî mirovekê/î dinihêre, ew xetên cilûbergên li fîgurkirî gava herikbar hatibin xêzkirin, bala mirov dikişînin ser xwe. Belkî Caren LaMonte jî wisa fikirî be. Axir ji salên 1990´î ve ew cilûbergan weke peyker disêwirîne. Di nava wan de kesek nîne. Kesî ew li xwe nekirine. Lê diyar e, gava wan wisa disêwirîne, weke ku li kesekî bin li wan difikire. Bi vî rengî jî em bêyî ku li kesa ew kiras lê binihêrin, dikarin li cil û berg û peyaman wan bifikirin. Em dikarin estetîka wê ji bo jinan bêyî nîşandana bedena jinê bibînin. 

Bi Vestigê dest pê kir

Karen LaMonte ji cam, seramîk, bronz, hesin, kaxez û mermerê berhemên xwe çêdike. Ew dibêje, berhemên wê hewl didin bi mijarên bedewî, cins, nasname û dinya xwezayî dadikevin. 

Piştî ku Karen LaMonte ji Dibistana Dîzaynê ya Rhode Islandê derdiçe, elaqeya wê ji bo peykertraşiya caman çêdibe. Sala 1999´an gava ku bi bursekê diçe Pragê, wê berhema xwe ya bi navê Vestige (2000) çêkir. Ev berhem, peykerê krasekî ji camê ye û kesekî ew li xwe nekiriye. Jixwe Karen LaMonte wiha navdar bû. 

Jinûve kifşkirina xêzkirina tazîbûnê

Di salên 200´î de wê li Pragê studyoyeke daimî damezrand û li wir wê rêzeberhema xwe ya herî mezin çêkir: Absence Adorned (Hazirnebûna xemilandî). Ev jî peykerên cilûbergan in ku mezinahiya wan weke ya bi rastî ye. Ew dibêje, “Ev peykerên hanê berê xwe didin bandora dualî ya ku nasnameyên giştî û taybet [ferdî] li hev dikin; ew vê jî bi cilûbergan dikin ku têr bi xweşikî bedenên jinan dinixumînin; ev berhem nûneriya jinûve kifşkirina xêzkirina tazîbûnê dikin.” Ev berhem pêşî li Pragê, li Muzeya Hunerên Bedew a Çekyayê hatin nîşandan. 

Di berhemên herî dawî de, Karen LaMonte berê xwe dide ewran û guherîna avhewayê. Weke peykerê wê yê sala 2017´an ê li ji mermer hatiye verotin.

PRAG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.