- Nivîskara Îtalî Sara Montinaro: Li Rojava berxwedana jinên Kurd nîşan da ku rêxistinbûyin dikare bibe rêbazeke rizgariyê û dikare jiyaneke alternatîf ava bike. Her wiha ji bo civakeke demokratîk rol û mîsyona jinan û hêza wan jî li Rojava xwe baş diyar kir.
REWŞAN DENÎZ
Nivîskar Sara Montinaro derbarê DAIŞ’ê de tiştên ku nayên zanîn derxistin holê. Pirtûka Sara Montinaro ya bi navê “Daeş Viaggio nella banalita del male” (DAIŞ, Rêwîtiya ber bi jirêzêbûna xerabiyê ve) hate weşandin. Di vê pirtûkê de ji pirtûkên din cudatir destpêka avabûna DAIŞ’ê tê nirxandin. Montinaro di pirtûkê de cih dide serpêhatiyên “Bûkên DAIŞ’ê” û şervanên biyanî jî û destpêka avabûna çeteya DAIŞ’ê ya dijminê mirovahiyê, rave dike. Pirtûk tenê li ser îdeolojiya terorê ya DAIŞ’ê nasekine, ew her wiha dixwaze sedemên avabûna çeteyê û motîvasyona wê jî ronî bike û rastiya şer raxe ber çavan. Jixwe ev jî mirovan bi vî awayî dike rêwiyên rêya "ber bi jirêzêbûna xirabiyê ve". Montinaro, di pirtûkê de nêzîkatî û dijminatiya DAIŞ’ê ya li dijî jinê jî dinirxîne. Em bi Sara Montinaro re derbarê pirtûkê, jiyan û rêwîtiya wê ya Rojava de peyivîn.
Li Kurdistanê Kurdan nas dike
Sara Montinaro sala 2011’an di çarçoveya bernameya Erasmusê de diçe Tirkiyeyê û jê re li hev tê Kurdan nas dike. Montinaro dibêje, “Hin hevalên min yên zanîngehê behsa şewitandina gundan û koçkirina xwe ya bi darê zorê kirin ji min re. Li Bakur ez çûm gelek bajarên Kurdan û min li wir Kurd bêhtir nas kirin. Sal bi sal bi saya hin heyet û kesên nas, min têkiliya xwe bi Kurdan re xurttir kir. Ez beşdarî şahiyên Newrozan bûm û min hêviyên wan dîtin û ez bi wan re hînî parvekirinê bûm. Çend caran ez çûm Sirûcê, her wiha ez çûm Amed, Heskîf û bajarên din jî. Wek min gotî, ez beşdarî ‘Dadgehên Daîmî yên Gel’ (15-16'ê Adara 2018'an li Parîsê) jî bûm. Nexasim, min hêlên huquqî yên sûcên di navbera salên 2015 û 2017’an de li Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Sûrê yên di dema qedexeya derketina derve de pêk hatin, şopandin.”
Rêwîtiya ber bi rastiya şer ve
Sara Montinaro derbarê sedemên nivîsandina pirtûka xwe de jî got: “Destpêka ev sedsala em tê de, bû şahidê fenomeneke dilhişk a vê serdemê. DAIŞ di demeke kin de xwe bi rêxistin kir û mezin bû, axa Sûriye û Iraqê dagir kir. Di Adara 2018’an de beriya her tiştî bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî, DAIŞ têk çû lê dîsa jî êrişên wan dewam kirin. Tiştên ku li Kampa Holê pêk dihatin, dikir ku em DAIŞ’ê bêhtir nas bikin. DAIŞ li Sûrî û Iraqê de têk çû, lê raman û nihêrînên DAIŞ'ê dewam kirin. Pirtûka min derbarê DAIŞ’ê de tiştên sereke tîne ziman û dide zanîn ka ‘Bûkên DAIŞ’ê’ çawa dev ji jiyana rojane berdane û ji çar aliyên dinyayê hatine tevlî şer bûne. Serpêhatiyên ‘Bûkên DAIŞ’ê’ û şervanên biyanî derketina rêxistina DAIŞ’ê bi me baştir dide fêhmkirin. Hêlên DAIŞ’ê yên îdarî û guherîna wê ya bi demê re jî tînim ziman, tenê bandora oldariyê nabêjim, her wiha sedemên avabûna DAIŞ’ê û lêhûrbûna wan jî eşkere û ronî dikim. Pirtûk rêwîtiyeke ber bi rastiya şer ve ye.”
Pergala destavêtinê
Sara Montinaro dibêje, "Yek ji sedemên nivîsiandina vê pirtûkê ew bû ku ez dijminatiya DAIŞ'ê ya li hemberî jinê derxim holê û wiha pê de diçe: “Kolekirin di nav DAIŞ’ê de bûye weke saziyekê û teolojiya destavêtinê jî wek çalakiyeke dînî tê dîtin. Ev nêzîkatî derbarê îmha û kolekirina bi destê DAIŞ’ê de tenê çend tişt in. Pergaleke destavêtinê ava kirin. DAIŞ’ê li hember jinan çi kir, divê her kes hay jê hebe û pê zanibe.”
Bang li dewletên Ewrûpa
Sara Montinaro balê dibe ser berpirsyariyên civaka navneteweyî û dewletên Ewrûpayê û got, divê ew berpirsyariyên xwe bi cih bînin: “Divê tiştên ku qewimîne li Dadgeha Navneteweyî ya li herêmê were damezirandin, bên nîqaşkirin û pêvajoyeke aştiyê ya ku bi rastiyan re li hev were, dest pê bike. Civaka navneteweyî divê hesas be û di cihê xwe de nesekine. Ev yek tesîrê li ser me hemûyan dike û tiştekî navneteweyî ye. Ji lewma jî ev pirsgirêk tenê bi awayekî navneteweyî û bi hev re dikare bê çareserkirin.”
Civak ji bo wan vî navî bi kar tîne
Sara Montinaro, sedema navê kitêbê weke “DAIŞ, rêwîtiya ber bi jirêzêbûna xerabiyê ve” jî wiha rave dike: “Ji bo alîgirên xîlafetê bikaranîna kurtasiya navê DAIŞ’ê kufir û guneh e, ji lewra divê navê wê dirêj were gotin, bêyî ku were kurtkirin. Ji ber ku xelkê cihî ev navê kurt bi kar dianî, min jî ev nav bi kar anî. Wek ku tu wan piçûk bixînî, biperçiqînî yan jî ji holê rakî, tê wê maneyê.”
Bi Heyva Sor re dixebite
Sara Montinaro li Rojava di nav gelek xebatan de cih digire û dixebite. Montinaro wiha behsa rêwîtiya xwe ya ber bi Rojava ve dike, “Êz çûm Rojava û ez li wir bi Heyva Sor re xebitîm. Li wir bi hevkar û hevalên xwe re me alîkariyên insanî bi rê ve birin û me hewl da ku alîkariyan bigihînin civakê. Di dema nexweşiya koronayê de jî me alîkariyên insanî û tibbî dan civakê û em ji bo vê yekê pirr xebitîn. Me nexweşxane damezirandin, kampanyayên perwerdehiyê bi rê ve birin, me li Qamişloyê navenda mamografiyê vekir. Gava ku Tirkiye bendava Alûk girt, me av belav kir. Me hem li kampên penaberan hem jî li bajêr xebatên xwe bi rê ve birin. Proje gelek bûn û ev proje her roj zêdetir dibûn û hîna jî dewam dikin. Bi derman û alavên kêm, xebat helbet ne hêsan bû, lê me hemûyan tişta ku ji destê me dihat texsîr nedikir û dikir. Li wir, min gelek mirovên taybet û hêja nas kirin û xebata li gel wan, ez gelekî kêfxweş kirim.”
YPJ bû sembola dinyayê
Sara Montinaro dibêje, tişta herî girîng ya ku wê li Rojava dîtiye, berxwedêriya şervanên jin û YPJ’ê bûye yên ku bi hêza xwe DAIŞ’ê têk birine. Ew dibêje, “Ew bûn sembola dinyayê hemûyî. Ev gaveke pirr girîng bû! Dîmenên wan yên bi keleşê û cilûbergên leşkerî, demekê li Ewrûpa bûn moda. Lê divê mirov baldar be, divê em ji dîmenên xweşbêjî û egzotîk dûr bikevin û di ser van dîmenan re bifikirin. Li Rojava berxwedana jinên Kurd nîşan da ku rêxistinbûyin dikare bibe rêbazeke rizgariyê û dikare jiyaneke alternatîf ava bike. Her wiha ji bo civakeke demokratîk rol û mîsyona jinan û hêza wan jî li Rojava xwe baş diyar kir. Lewma jî divê hêza jinê wek hêzeke dahûrîner were dîtin û ev hêz parçeyekî çareserî û pêşvebirina civakê ye.”
Hêvî dikarin pêk werin
Sara Montinaro herî dawî got, berxwedana jinên Kurd dikare jinên dinyayê jî teşwîq bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana jinên Kurd nîşanî me da ku ev tenê ne hêviyek e, wan her wiha nîşan da ku ev hêvî dikare pêk jî were. Divê berxwedana wan, jinên dinyayê hemûyan teşwîqî azadiyê bike. Kesek bi tena serê xwe nikare azad bibe, heger em tev bi hev re azad bibin tenê wê gavê em dikarin bibêjin, em azad in. Lewma jî ez wan kesên ku îro û siberojê jî ji bo dinyayeke baş û çê şer dikin û li ber xwe didin pîroz dikim.”
Sara Montinaro kî ye?
Montinaro hiqûq xwendiye û bi karê mafên mirovan û koçberiyê re mijûl e. Her wiha ew pispora hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye û derbarê vê yekê de xebatên wê hene. Sala 2018’an li Parîsê di “Dadgeha Daîmî ya Gelan” de jî wek parêzerî kiriye, lê bi xwe hiqûqzan e. Ew demekê li Başûrê Efrîkayê bi dozger Essa Moosa re dixebite. Montinaro her tim wek aktivîsteke siyasî û mafên mirovan kar kiriye û li Rojava di gelek projeyan de cih girtiye û xebitiye. Li Balkanan, Yewnanistan, Tûnis, Şerîa Rojhilat û Filistîn, Tirkiye, Başûrê Kurdistanê û li Rojava di karê alîkariya mirovî de xebitiye.