FEYZULLAH TUNÇ
LOZAN
Li Swîsreyê 7´ê Adarê hilbijartinên cihî hene. Di van hilbijartinan de gelek namzetên Kurdistanî jî hene. Yek ji wan jî rojnamevan Îhsan Kurt e ku ev 25 sal in li Swîsreyê dimîne. Ew ji bo rêveberiya bajarê Prilly yê ser bi kantona Waadtê ye.
Di hilbijartinên 7´ê Adarê de li kantonên Cenevre, Neunburg, Wallis, Waadt, Freiburg û Solothurnê wê rêveberiya şaredariyan û meclîsên şaredariyan bên hilbijartin. Îhsan Kurt ji Partiya Sosyalîst (SP) namzet e. Kurt ji sala 2008´an ve endamê meclîsa bajêr e li Prilly a nifusa wê 13 hezar. Ew vê carê namzetê rêveberiya 5 kesî ye. Wî got, "Piştî 7´ê Adarê ez dixwazim hem wezîfeya şaredariya û jî di desteya rêveber a şaredariyê de bim û xebatên xwe yên ji bo koçberan û xelkê Prilly dewam bikim."
Di nava projeyên wî yên li pêş de xaniyên ji bo kesên rewşa wan a aborî nebaş, projeyên ji bo avakirina şertên wekhev ji bo koçberan hene.